Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad: Çapemenî ne azad e 2019-07-24 12:12:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad bi minasebeta 24'ê tîrmehê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber zext, tundî, binçavkirin, lêpirsîn, doz, darizandin û girtina rojnamegeran bi dawî nebûye vê rojê wekî cejn nabînin.    Bi minasebeta 24'ê tîrmehê Roja Cejna Çapemenî û Rojnamegeran, Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) daxuyaniyeke nivîskî dan û bal kişand ser sansura li hemberî çapemeniyê. Daxuyaniya ÎRA'yê wiha dom kir: "Di 24’ê tîirmehê sala 1908’an de rojname di bin kontrola sansurê de derketin û rojnameger bûn xwedî mafê çapê û agahiyan bi civakê re parve bikin. Lê 111 sal li ser derbas bûye jî rewşa rojnamegerên ku tên binçavkirin, darizandin, cezakirin û girtin nîşan dide ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tune û sansur nehatiye rakirin."   '152 rojnameger girtî ne'   Di daxuyaniya nivîskî de di daneyên ku hatin rêzkirin de wiha hat gotin: "Li gorî daneyên me niha li Tirkiyeyê 152 rojnameger girtî ne. Ji destpêka çileya 2019’an heta niha 36 rojnameger hatin binçavkirin. 13 rojnameger hatin girtin. Der barê 30 rojnamegeran de lêpirsîn hat destpêkirin. 8 doz hatin vekirin û 314 rojnameger hatin darizandin. 42 rojnameger rastî cezayê hatin. 2 rojnameger hatin dersînor kirin."   'Ji sedî 95 çapemenî di bin kontrola îktîdarê de ye'   Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad, di daxuyaniyê de da zanîn ku Tirkiye di hêla azadiya çapemeniyê ya cîhanê de di rêza 157’an de cih digire û wiha hat gotin: "Piştî OHAL hat ilankirin, bi deh hezaran rojnameger betal man, bi sedan nasnameyên rojnamegeran hatin betalkirin, bi dehan rojnameger ji ber cezayê heyî neçar man ku Tirkiyeyê terk bikin. Her wiha çameniya heyî jî ji sedî 95 di bin kontrola îktîdarê de ye."   'Çapemenî ne azad e'   ÎRA, wiha dawî li daxuyaniya xwe ya nivîskî anî: "Ev nîşan dide ku çapemenî ne azad e. Rojnameger di bin zext û tundiya hikûmetê de kare çapemeniyê dikin. Hewl didin agahiyên rast bi civakê re parve bikin. Em wekî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad ji ber zext, tundî, binçavkirin, lêpirsîn, doz, darizandin û girtina rojnamegeran bi dawî nebûye vê rojê wekî cejn nabînin. Di serî de em dixwazin hemû hempîşeyên me yên girtî bên berdan û darizandina rojnamegeran bi dawî bibe. Em carek din dibêjin 'Rojnamegerî ne Sûc e'. Ji rojnamegeran re azadî.”