Li Nisêbînê serdegirtina malan: Hevşaredar hat binçavkirin 2019-07-24 11:05:28   MÊRDÎN - Polîsan li Nisêbînê bi ser malan de girt. Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut jî di nav de 3 kes binçav kirin.    Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê polîsan serê sibehê bi ser malan de girt. Polîsan lêgerîn li malan pêk anî û mal serûbin kirin. Polîsan di serdegirtina malan de Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut, encûmenê Şaredariya Nisêbînê Mehmet Emîn Alkan û Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Mêrdînê Leyla Bozkurt binçav kirin.    Hat zanîn ku siyasetmedar di çarçoveya lêpirsînek serdozgeriya Mêrdînê daye destpêkirin de hatine binçavkirin. Kesên binçav kirin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Parêzeran ragihand ku dosyeya lêpirsînê bi sînor kirine û derbarê naveroka dosyeyê de agahî bi dest nexistine.    Di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Nisêbînê de jî girt û hemû kelûpelên li hundir serûbin kirin.