'24'ê tîrmehê ne cejn e roja têkoşîna rojnamegeran e' 2019-07-24 10:22:09   Rengîn Azîzoglu   AMED - Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney, diyar kir ku 24'ê tîrmehê wekî cejnê pêşwazî nakin û wekî roja têkoşîna li hemberî sansurê pêşwazî dikin. Ayşe da zanîn ku di nav 4 salan de sansura li hemberî çapemeniyê derketiye asta herî jor.    Pîştî îlankirina 2'yemîn Meşrutiyetê ya sala 1908’an, 24'ê tîrmehê wekî jiholêrakirina sansura li hemberî rojnameyan tê pêşwazîkirin. Îro Tirkiye di azadiya çapemeniyê de li cîhanê di rêza 157'an de ye. Niha 134 rojnameger di girtîgehê de ne, ji 10 hezar zêdetir rojnameger bê kar in. Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) Ayşe Guney, bal kişand ser 24'ê tîrmehê Roja Cejna Çapemenî û Rojnamegeran, zext û zordariya li hemberî çapemenî û rojnamegeran nirxand.    'Em wekî cejnê pêşwazî nakin'   Ayşe, diyar kir ku di sala 1908’an de sansura li hemberî rojnameyan hat rakirin, roja rakirinê jî wekî cejn tê pîrozkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gorî me sansur her ku diçe zêdetir dibe. Ji ber vê sedemê em wekî cejnê qebûl nakin û pîroz nakin. Ji ber ku di dîroka komarê de heta îro rojname her tim bi sansurê re rû bi rû man. Lê bi taybetî di nav 4 salan de sansur derketiye asta herî jor. Ajansên nûçeyan, malperên nûçeyan hatin girtin û xwegihandina nûçeyan a li ser malbeperan hat astengkirin. Peyvên ku tên bikaranîn jî hatin qedexekirin. Saziya RTUK'ê ya ku divê televîzyon û radyoyan bi şopîne, niha di bin bandora îktîdarê de dixebite. RTUK, dema li dijî îktîdarê weşanek bê kirin demildest asteng dike û her wiha biryara girtinê dide. Ji ber vê sedemê niha jî sansur didome. Em rojnameger 24'ê tîrmehê wekî cejn pêşwazî nakin û wekî roja têkoşîna li hemberî sansurê pêşwazî dikin."   ‘Li Tirkiyeyê du cûreyên rojnamegeriyê'    Ayşe di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa rojnamegeran a li Tirkiyeyê û wiha got: "Li Tirkiyeyê du cureyên rojnamegeriyê hene. Yek di bin kontrola îktîdarê de ye û ya din jî li dijî îktîdarê ye. Rojnamegerên muxalîf, demokrat, welatparêz û çapemeniya azad ji rastiyeke Tirkiyeyê. Ji salên 90’î heta îro gelek nûçeyên girîng bi saya van rojnamegeran ji civakê re hatin ragihandin. Ev rojnameger ji gel hêzê digirin. Ji ber bawerî û wêrektiyê hatin wê astê. Berxwedaneke mezin û têkoşîneke bêhempa dan meşandin."   ‘Çapemeniya Azad li ber xwe dide'   Ayşe, qala Çapemeniya Azad kir û wiha dirêji da axaftina xwe: "Çapemeniya Azad her tim bi sansure re rû bi rû dimîne. Nûçeyên ku tên pêşkeşkirin wekî hinceta astengkirinê tên dîtin, ajansên nûçeyan tên astengkirin, bi dehan sazî, dezgeh, rojnameger, televîzyon, radyo, komele û weqf bi KHK'ê hatin girtin. Ji ber girtina sazî û dezgehên çapemeniyê niha gelek rojnameger bê kar in. Di demek nêz de danişîna hevala me Kîbriye Evren hat dîtin. Hevala me ji ber parvekirinan û her wiha ji ber ku derketiye derveyî welat 20 sal ceza jê re tê xwestin. Heke azadiya rêwitiya rojnamegerên tune be, nûçeyên çêdikin parve nekin, ev ne rojnamegerî ye. Bi hincetên vala niha gelek hevalên me girtî ne. Li gel hemû astengiyan dîsa Çapemeniya Azad li ber xwe dide."   'Em wêrektiya xwe ji Gurbetellî û Ayferan digirin'   Ayşe, di axaftina xwe de li ser girîngiya Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê rawestiya û wiha got: "Dema me platforma xwe ava kir gelek sazî û dezgehên çapemeniyê bi KHK’ê hatibûn girtin, OHAL hatibû îlankirin. Li ser mirovan tirsek hebû. Em jin li dijî tirsê bi hêza rêxistinbûna xwe bi wêrekî tevgeriyan. Bi dirûşma dê têkoşîn bidome, me rêwitiya xwe dom kir. Me carek din ajansa xwe ava kir. Me wêrektiya xwe ji rojnamegerên mîna Gurbetellî Ersoz, Ayfer Serçe û hevalên din girt. Di sala 2012’an de JINHA hat avakirin û piştî ku JINHA hat girtin. Bi tecrûbeyên ku me ji JINHA'yê girtin me Rojnameya Şûjînê ava kir û piştî ku Şûjin jî bi KHK'ê hat girtin em niha bi ajanseke nû rêya xwe berdewam dikin."   'Jinan sazî û dezgehên xwe yên xweser ava kirin'   Ayşe, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana rojnamegerên jin û wiha bi dawî kir: "Têkoşîna jinê di nav çapemeniya kurd de ciheke taybet digire. Ji ber ku sazî û dezgehên xwe yên xweser ava kirin. Em ê wekî rojnamgerên jin  mîrateya bi salan bibin pêşerojê. Em bi rêxistinbûnê mezin dibin û bi rêxistinî têdikoşin."