ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-24 09:00:00   * Jinên Mêrdînê têkildarî kuştina jinan û êrîşa zayendî ya di demên dawîn de zêde bûye de axivîn. Jinan diyar kir ku li dijî qirkirin, êrîşa zayendî û polîtîkayên bêcezahiştinê bi rêxistinbûneke bi hêz dikare mudaxele bê kirin. DÎMEN HEYE    * Jinên ku li Kadîfekaleyê dijîn dan zanîn ku avakirina Bazara Hilberînê ya Pagosê girîng e,  lê divê Bazara Pagosê nebe cihê cazîbeya bazirganan, bila xizmetê bide şêniyên Kadîfekaleyê. DÎMEN HEYE   *Heyfa Mihemed a sê caran Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîtiye got: “Ji xwendin û nivîsandinê heta xwenaskirinê hemû lêhûrbûnên min ên jiyanê di wan hevdîtinan de des pê kirin. Ew kêliyên azadiyê ji bo min timî zindîne û ez hêzê ji wan digirim.” DÎMEN HEYE   *Hevşaredara HDP’ê ya Erdîşê Yildiz Çetîn diyar kir ku dê xwebatên xweser ên jinan li qadan pêşve bibin û rêxistinbûna jinê xûrt bikin. DÎMEN HEYE    * Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney, diyar kir ku 24'ê tîrmehê wekî cejnê pêşwazî nakin û wekî roja têkoşîna li hemberî sansûrê pêşwazî dikin. Ayşe da zanîn ku di nav 4 salan de sansura li hemberî çapemeniyê derketiye asta herî jor. DÎMEN HEYE