Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2019-07-23 15:31:22   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, Îbrahîm Bîlmez Raziye Turgut, Serbay Koklu û Rêzan Sarica ji bo sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan cara ewil di 2’yê gulana 2019’an de li gel Ocalan hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin di 22’yê gulanê de, 12’ê hezîranê û 18’ê hezîranê de pêk hatibûn.    Ji 18’ê hezîranê vir ve Serdozgeriya Bursayê heta niha erênî yan jî neyînî tu bersiv nedane 9 serlêdanên parêzeran.