HDP: Penaber nikarin ji malên xwe derkevin 2019-07-23 14:04:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Komîsyona  Koçber û Penaberan a HDP'ê Gulsum Agaoglu, bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser rewşa penaberên li Stenbolê û got: "Piştî kontrola tabêlayên erebî, dest bi girtina kargehan kirin û piştre jî kontrola nasnameyan zêde kirin. Penaberên ku bi tirsa ku dê paşve werin şandin, nikarin ji malên xwe derkevin"   Komîsyona Koçber û Penaberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê biryara walîtiya Stenbolê ya ku penaberan eleqedar dike de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li ser penaberan nêçîra pîrevokan hatiye destpêkirin. Berdevka Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP'ê Gulsum Agaoglu bal kişand ser daxuyaniyên demên dawiyê ya derheqê penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyê.    Gulsum, diyar kir ku daxwuyaniya Soylu û Walîtiya Stenbolê li ser koçberan tê wateya destpêkirin nêçîra pîrevokan û wiha hat gotin: "Piştî kontrola tabêlayên Erebî, dest bi girtina kargehan kirin û piştre jî kontrola nasnameyê li Stenbolê hat zêdekirin. Penaberên ku bi tirsa dê paşve werin şandin dijîn, nikarin ji malên xwe derkevin"   Gulsum, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayen AKP'ê û MHP'ê ya derbarê penaberan de wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em polîtîkayên AKP û MHP'ê ya ku dijminatiya penaberan dike dizanin. Di demên dawî de bi windkarina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi giştî bi dilnexweşiya li hemberî hebûna penaberên nîşan da û polîtîkayên li ser penaberan giran kir."   Gulsum, herî dawiyê bal kişand ser şerê navxweyî ya Sûriyeyê û wiha bi dawî kir: "Rrista desthilata AKP û MHP ya di şerê navxwe ya Sûriyeyê de di sala 2011'an dest pê kiribû zêde ye, polîtîkaya emperyal yek ji zemîna sereke ye ku penaber li ser çêbûne, her wiha berpirsyariya siyasî ya AKP û MHP'ê ya di vê mijarê de heye.''