Hevşaredarên Sûrê: Azadiya çapemeniyê ji holê rakirin 2019-07-23 13:51:07   AMED - Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr, derbarê 24'ê Tîrmehê Cejna Rojnameger û Çapemeniyê de peymek weşandin û wiha gotin: "Xewestin civakê mahûmê nûçeyên destekî bikin. Li vî welatî li ser rojnameger û çapemeniya ku dixwaze bê alî û rastiyan ragihîne sansureke mezin heye."   Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr, derbarê 24'ê Tîrmehê Cejna Rojnameger û Çapemeniyê de peymek weşandin. Hevşaredaran di peyama xwe de diyar kirin ku Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de welatekî paşverû ye û ne tenê li ser çapemeniyê di hemû waran de sansurek heye. Hevşaredaran wiha got: "Li vî welatî tu kes nikare fikrên xwe bi awayekî azad bîne ziman."    Di berdewamiya peyama hevşaredaran de ev tişt hat gotin: "Dema ku em bi taybetî di warê azadiya çapemeniyê de li demên dawîn binêrin, mirov dibîne ku şermeke mezin heye. Di roja îro de ji 150 rojnamegeran zêdetir di girtîgehan de ne û ji van 12 jin in.  Hema çi bigire rojnamegerên derbarê wan de doz nehatine vekirin tune ne. Azadiya çapemeniyê û agahdarkirinê bi temamî ji holê hatiye rakirin.    'Sansura heyî berdewam dike'   Xwestin ku civakê bi nûçegîhaniya yek destî re rûbirû bihêlin. Bi taybetî jî medya kurd û ya muxalîf para xwe ji vê girtin. Ger ku tabloyeke bi vî rengî mehbe mirov nikare li vî welatî bahsa azadiya çapemeniyê bike û divî warî de sansureke mezin li dijî çapemeniyê heye.   Em daxwaz dikin ku di salên pêş de rojnameger bikaribin fikrên xwe azad bînin ziman û sansur bi dawî bibe. Bi taybetî em dixwazin ku rojnamegerên bê sûc û sebeb digirtîgehan de ne bên berdan."