Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em ê bi hemû hêza xwe dagirkeriyê red bikin 2019-07-23 12:06:03   Berçem Cûdî - Dilocan Bozî   KOBANÊ - Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê di derbarê operasyonên TSK'ê de bertekên xwe nîşan dan û gotin: "Em gefên dewleta Tirk tucarî qebûl nakin û divê Koalîsyona Navnetewî jî li hember vê bêdeng nebe. Heta ku tehdîd û gef li ser me hebin em ê çalakiyên xwe yên cur bi cur berdewam bikin da ku em bigêjin mabesta xwe."   Bi armanca şermezarkirina operasyonên dersînor a TSK'ê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan welatî bi dirûşmeya "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Sûriyê red dike" li gundê Xirabreşkê yê girêdayî navçeya Çelebî ya bajarê Kobanê duh mîtîngek li dar xistin. Jinên ku tevlî mîtîngê bûn nêrînên xwe anîn ziman.    'Em ê bighêjin mabesta xwe'    Endama Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Efendî di derbarê armanca li darxistina mîtîngê û bi armanca çalakiyên mertalên zindî de wiha nêrînên xwe anî ziman: "Koalîsyona Navnetewî û dewleta Tirk ji bo rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev civiyan, her wiha koalîsyon jî li ser vê axê dijîne, lê kombûna me û li darxistina mîtîngê ne ji bo ku tu xwestekên me ji koalîsyonê hene. Lê belê ji bo ku em diyar bikin em gefên dewleta Tirk tucarî qebûl nakin û divê Koalîsyona Navnetewî jî li hember vê yekê helwesteke ber bi çav nîşan bidin. Peyama me diyare 'Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê li ser axa me re' em bêdengiya li beramberê van gefan şermezar dikin. Heta ku tehdîd û gef li ser me hebin em ê çalakiyên xwe yên cur bi cur berdewam bikin da ku em bighêjin mabesta xwe."   'Baweriya me şoreş, azadî, rûmet û berxwedane heye'    Rêveberiya Jin ya bajarê Reqayê Zelîha Ebdî destnîşan kir ku ew li cihê baregehên Koalîsyona Navnetewî kom bûne da ku helwesta xwe ya li dijî dewleta Tirk nîşan bidin û wiha got: "Gelê Rojhilata Navîn bi salane ku rastî koletî û desthilardariyê hatiye. Lê di van salên dawiyê de Sûriyê dikarî xwe ji wê koletiyê rizgar bike. Bi taybet ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa 19'ê tîrmeha 2012`an weke rojhilateke ji aramî û ewlehiyê bû ji bo me. Loma em îro Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Erdogan û siyaseta wî ya faşîst re dibêjin hemû tehdîd, êrîş, gef û şerê taybet wê nikaribe hevgirtina gelan xirab bike, tenê tu yê di xewnên xwe de Împaratoriya Osmaniyan vegerînin li ser vê axê. Baweriya me bi şoreş, azadî, rûmet û berxwedanê heye, loma wê serkeftin para me be."   'Rêjîma Baasê hevkariya Tirkiyeyê dike'    Jina Ciwan ya bi navê Rûweyda Faris ku ji Kantona Girê Spî ye ji bo bêdengiya Rêjîma Baasê de axivî û wiha got: "Em ji bo Rêjîma Baasê taybet dibêjin ku îro axa Sûriyê li ber çavên wan tê dagirkirin û gelê wê qetil dikin. Lê Rêjîm li beramberî vê yekê tu helwestan nîşan neda ye, ev bêdengî ji bo me tê wateya ku di navberî Sûriyê û Turkiyeyê de hevpeyman heye. Ne ku bendewariyên me hene lê belê, heger hevpeyman nebana wê Rêjîmê mudaxele kiriba. Ev ax axa tevahî gelê Sûriyê ye, loma divê were parastin."   'Em ji şer re ji amade ne'    Herî dawî Cîgira Hevserokên Meclîsa Rêveber ya Bajarê Minbicê Cemîle Ehmed peyama şêniyên Minbicê ya ji bo gefan ragihand: "Kombûna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîmenekî bê şîrove ye ku ew amadene ji bo parastina axa xwe ji dagirkeriyê. Ev dîmen redkirina gefan nîşan dide. Weke gelê Minbicê em di rastiyê de naxwazin şerekî nû rû bide, ji ber ku bi salan vî gelî di nava şer û êrîşên dijwar de jiyan ne. Her wiha ji bo bi destxistina ewlehî û aramiya ku gelê me di roja îro de jiyan dike ye, bi hezaran keç û xortên me cane xwe feda kirine. Lê heger dewlet Tirk wekî ku Efrîn, Ezaz, Cerablûs dagirkirine, berê xwe bi vê aramancê bide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kal, pîr, ciwan, jin û zarokên Minbic amadene ku li kêlekê şervanên xwe li dijî êrîşên Dewleta Tirk cihê xwe di mewziyên şer de bigirin û parastina axa xwe bikin. Lê dûbare em naxwazin şerekî bi vî awayî rû bide, lê ger şerek bibe jî em amade ne."