‘Ciwan dê ji bo çand û zimanê xwe li ber xwe bidin’ 2019-07-23 09:02:36   Berîtan Canozer   AMED - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê da zanîn ku bi zextan nikarin pêşiya ciwanan bigirin û got: “Pergala heyî, ciwanên wekî dejenerebûyî, ji rastiyê dûr û bêxem dixwaze. Lê em ê li her qadê li ber xwe bidin û rêxistinbûna xwe ava bikin."   Li hemberî Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zext her ku diçe zêdetir dibin. Kar û xebatên meclîsê wekî îllegal tên nîşandan û tên qedexekirin. Meclîsa Ciwanan li dijî fuhûş, hişbir, asîmîlasyon û qirkirina çandî bi dirûşma “Rajêr nebe, Azad bibe” hamleya rêxistinbûnê da destpêkirin. Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Gulîstan Yilmaz, diyar kir ku êrîş û zext polîtîk û siyasî ne.    ‘Xebateke aktîf bidin destpêkirin’    Gulîstan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xebatên xwe û wiha got: “’Rajêr nebe, Azad bibe’ dê li herêmê û Tirkiyeyê xebateke aktîf bidin dest pê kirin. Em ê di çarçoveya xebatên xwe de faaliyetên wekî fûtbol, voleybol, basketbol, turnuvayên satrançê, kursên perwerdehiya ziman, atolyeyên xweparastinê û atolyeyên hunerê li dar bixin.”   ‘Ciwan bê hêvî hatine hiştin’   Gulîstan, destnîşan kir ku bi atolyeyan dê armanc bikin ku ciwanan ji jiyana dejenerebûyî rizgar bikin û wiha got: “Dixwazin qada ciwanan li pêş bixin û hewl bidin ku ciwan li dijî dejenerebûnê jiyanek din biafirînin. Niha bi rêya medyaya civakî bi armanca fenomeniyê rojeva ciwanan tê guhertin. Pergala perwerdehiyê xirab e û ciwan bi fikara pêşerojê jiyana xwe didomînin. Ciwan bê hêvî mane û her wiha armanca ciwanan jî nîne. Em armanc dikin ku li dijî van tiştan jiyaneke aktîftir biafirînin.”   ‘Ciwan ji rastiyê tên dûrxistin’    Gulîstan di axaftina xwe de bal kişand ser armana jiyana ciwanan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo jiyanê armanc girîng e. Divê li gorî daxwazên xwe têkoşînek bidin û li dijî daxwaza pergalê her tim têkoşîn hewceye. Pergala heyî, ciwanên wekî dejenerebûyî, ji rastiyê dûr û bêxem dixwaze. Dixwazin di nav ciwanan de hişbir û fuhûşê belavbikin.  Ciwan ji çand û ziman tên dûrxistin.  Ji sedî 60 ciwan niha hişbirên cuda bikar tînin.  Pergal ji bo têkçûna ciwanan hemû rêbazan bikar tîne.”   ‘Êm nabin ciwanên pergala heyî’   Gulîstan, da zanîn ku bi hamleya ku hatî destpêkirin dê li her derê ciwanan bi rêxistin bikin û wiha got: “Em tu carî li hemberê êrîşan bêdeng namînin û nikarin bi êrîşan me asteng bikin. Em nabin ciwanên pergala heyî.  Em ê bi çand û zimanê xwe li qadan bibin têkoşer. Ciwan dê her tim bi hewldanên xwe li dijî polîtîkayên dijwar li ber xwe bidin.”   ‘Em ê li qadan li ber xwe bidin”   Gulîstan, di axaftina xwe de qala qedexên şahiyan kir û wiha dom kir: “Di rojên borî de şahiya ciwanan ji hêla walîtiyê ve hat qedexekirin. Lê me li dijî qedexeyan dîsa şahiya xwe bi govend gerandinê pêk anî. Polîsên ku xwestin me ji parkê derxin, me bi meşê helwesta polîsan şermezar kir. Li kolanan hevalên me hatin tehdîtkirin, derpkirin û bi tacizê re rû bi rû man. Dixwazin xebatên me asteng bikin, lê em tu carî bêdeng nabin û gavek paşve navêjin. Em ê li qadan li ber xwe bidin û rêxistinbûna xwe ava bikin.”