ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-23 09:00:00   *Keşîşxaneya Mor Evgîn Bagok 2 sal in li benda restorasyonê ye. Herçend ku Midûriyeta Mûzeyê ya Mêrdînê biryara projeya restorasyonê  dabe jî heta îro tu gav nehatine avêtin.   *Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê da zanîn ku bi zextan nikarin pêşiya ciwanan bigirin û got: “Pergala heyî, ciwanên wekî dejenerebûyî, ji rastiyê dûr û bêxem dixwaze. Lê em ê li her qadê li ber xwe bidin û rêxistinbûna xwe ava bikin." BI DÎMEN   *Şaredariya Yenîşehirê ku hewl dide texrîbatên qeyûm pêk anîne ji holê rake, dest bi projeyên xwe yên wekî çand û huner, xebatên ji bo ciwanan, jinan û îstîhdamkirina jinan kir. Hevşaredara Belgîn dîken diyar kir ku ew projeyên xwe li gorî pêşniyarên civînên li taxan ku li dar dixin pêk tînin û ev tişt got: "Em ê di vê pêvajoyê de hem deynê qeyûm hiştiye bidin û hem jî xebatên xwe bidomînin." BI DÎMEN   *Pispora Xizmetên Civakî Seher Dere Ulgen da zanîn ku kesên ku sûcê ensestê pêk tîne ne nexweşin sûcdar in û got: “Divê zorak bên perwerdekirin û kesên pisporên mijarên bi bûyeran re eleqedar bibin.” BI DÎMEN   *Santrala Termîkê ya Silopiyayê ya Koma Cîner a bi nêzîkatiya xwe ya hikûmetê tê zanîn dibe sedema mirina mirovan û tunekirina xwezayê, Parlamantera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Şirnexê Nuran Îmîr li ser xeteriya vê santralê nirxandinan kir. Nuran, anî ziman ku ev santralên ku hatiye çêkirin komkujiyê pêk tîne û ev tişt got: “Mirov dikare bibêje ku li ser jiyana gelê me xwe dewlemend dikin. Lê em ê rê nedin vê daxwaza wan. Ji jiyana gelê xwe û xweza welatê xwe berpirsiyar in.” BI DÎMEN