Mîtînga bi dirûşma 'Ji bo Aştiyek bi Rûmet Çareseriya Demokratîk' berdewam dike 2019-07-22 19:13:31   AMED - Mîtînga HDP'ê ya bi dirûşma "Ji bo Aştiyek bi Rûmet Çareseriya Demokratîk" bi tevlibûna hezaran berdewam dike. Kesên di mîtîngê de axivîn bal kişnadin ser krîza aborî û siyasî û gotin ku îktîdar neçareseriyê ferz dike.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Ji bo Aştiyek bi Rûmet Çareseriya Demokratîk" li qada 5'ê Hezîranê bi tevlibûna hezaran mîtîng li dar xist. Mîtîng bi axftginên beşdarvanan berdewam dike.   'Tirkiye neçar e ku li maseyê vegere'   Di mîtîngê de Serokê Giştî Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, axivî û êrîşên li Trabzonê li dijî kesên ji başûrê Kurdistanê hatin şermezar kir. Sînan diyar kir ku Gelê Kurd li dijî şer e, di aştiyê de israr dike û wiha berdewam kir: "Li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê bi salan e şer berdewam dike. Vî şerî gelek astengî derxistin pêşberî gelê kurd. Ji Kerkûkê heta bi Koban û Şengalê polîtîkayên dagirkirinê berdewam dikin. Êş û kêfxweşiya me yek e. Serkeftin Amedî, Qmişlo û Rojava ya me ye. Pirsa kurd veguherî pirsa Kurdistanê. Li Başur jî , Rojava jî û li vîr jî êdî mesele ya statuyê ye.  Ez bang li hemû partiyên me dikim ku; divê em bi tifaqa kurdistanî pêvajoya çareseriyê hilgirin. Tirkiye neçar e wê li maseya çareseriyê vegere. Li Amedê gotin Kurdistan heye lê li Enqereyê Înkar kirin. Ev ne siyasete ev bê siyasetî ye. Em kurd in û ji bo hemû gelan wekheviyê dixwazin."   'Ev enî ya azadiyê ye'   Hevserokê ESP'ê Şahîn Tumuklu, bi silavkirina gel dest bi axaftina xwe kir, şehîdên li Qada 5'ê Hezîranê bi bîr anîn. Şahîn diyar kir ku li ser vê axê bi salan e xwîn tê rijandin  û wiha got: "Nikarin krîzê rêve bibin. Serdest faşîzmê pêşve dibin û tên. Faşîzm şer e. Heskîfê dişewite, Cudî dişewite. Hê tê çi ji van bombeyan bikî. Evqas lêçûn ji bo çewisandina mafên bindesta ye.  Tu nikarî krîz rêve bibî, qadan qedexe dikî û girtîgehan tijî dikî. Şer kevneşopiya te ye. Ev enî eniya şer e em ê vê eniyê  bikin pêşeroj."   'Me çong dananî, serî netewand'   Serokê KESK'ê yê Giştî Mehmet Bozgeyîk jî wiha got: "Me bedelên mezin dan û em ê vê berdewam bikin. Kesên ku naxwazin êşê bikişînin û li gîrtîgehan mirovên me hene.  Ji bo ku kesekî din jiyana xwe ji dest neda silav ji kesên têkoşîna heqîetê dimeşînin re.  Bi hezaran hevalên me ji ber ku aştî xwestin ji karê xwe bûn lê me çog dananî û serî netewand. Em kedkar makeqanûneke demokratîk dixwazin û em ji bo vê têkoşînê didin."   Mîtîng bi stranên Çarnewa û yên Serhedo berdewam e.