Mîtînga HDP'ê ya Amedê bi coşeke mezin dest pê kir 2019-07-22 18:34:19   AMED - Mîtînga HDP'ê ya bi dirûşma "Ji bo jiyaneke bi rûmet çareseriya demokratîk' bi tevlibûna sedan kesî bi coşeke mezin hat destpêkirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  bi dirûşma "Ji bo jiyaneke bi rûmet çareseriya demokratîk" li qada 5'ê Hezîranê bi coşeke mezin hat destpêkirin.  Beriya ku mîtîng bê destpêkirin deriyên vedibin qada mîtîngê polîsan girtin bin kontrola xwe. Lê beriya ku mîtîng dest pê bike bi saetan gel li ber deriyên vedibin qadê kom bû. Kada ku mîtîn lê tê lidarxistin  bi pankartên li ser dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Welatekî hevpar welatîbûneke wekhev", "Wê vaşîzm têk biçe gel bi ser kevin" ," Îradeya  gel nayê tunekiirn" û dirûşma ciwanan a "Rajer nebe azad bibe" hat vekirin. Gel di serî de li ber avahiyên HDP'ê kom bû, pitre meşiya qadê.   Mîtîng bi rêzgirtinê hat destpêkirin   Ji gelek navçeyên Amedê û bajarên derdorê yên wekî Şirnex, Dîlok, Riha, Êlih, Mêrdîn, Sîrt, Çewlik û Dêrsimê gel berê xwe da qada mîtîngê. Herwiha parlamenterên HDP'ê, nûnerên partiyên Kurdistanî, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) , sendîkayên girêdayî KESK û DÎSK'ê cihê xwe li qadê girtin. Li qadê coşeke mezin xwe da der û di saetên destpêkê de girseyeke mezin li qadê kom bû.    Jin bi kincên xwe yên kurdî tevli mîtîngê bûn, li gel muzîkê girseyê govend gerand û dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", "Tundî me bêzar nake", "Ji şer re na, aştî hema niha" hatin berzkirin.    'Em ê aştiyê biçînin'   Bernameya Mîtîngê, bi rêzgirtina ji bo şehîdên demokrasiyê bi yek deqe rêzgirtinê hat destpêkirin û piştî rêzgirtinê dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.  Axaftina destpêkê ji alyê Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik ve hat kirin. Hulya Di serî de gel silav kir û ev tişt got: "Em êdî şer naxwazin. Şer mirinê, koçberî, windahî û rijandina xwînê bi xwe re tîne. Îro li çar parçeyên Kurdistanê şer heye. Em hevkujiyê naxwazin û dixwazin ku gelê kurd bi hev re di nav aştî û aramiyê de bijî. Em ê atiyê bînin vî welatî."