Li Erdîşê Naveda Jiyana Jinê ya Zîlanê hat vekirin 2019-07-22 14:51:39   WAN - Şaredariya HDP'ê ya Erdîşê, Nvenda Jiyana Jinê ya Zîlanê vekir. Hevşaredar Yildiz Çetîn diyar kir ku li dijî êrîşên qeyûm ên li hember destkeftiyên jinan; ew ê şaredartiyeke ku jinê esas digire li dijî hemû pirsgirêkan têbikoşin.    Şaredariya Erdîşê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi merasîmekê Naveda Jiyana Jinê ya Zîlanê bi merasîmekê vekir. Di merasîmê de Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgorkçe Ertan, Mustafa Avci rêxistinên HDP û DBP'ê yên navend û navçeyên Wanê amade bûn. Li navenda ku hatiye vekirin pêşdibistan, eywana sporê û pirtûkxaneyek jî heye.    Hevşaredara Erîdîşê Yildiz Çetîn di merasîmê de axivî û wiha got: "Dema ku qeyûm hatin ser kar îcreata wan a yekem bû êrîşa li dijî saziyên jinan. Dijberê vê dema ku em jî hatin ser kar me xwest ku îcreata me ya yekem vekirina saziya jinê bû. Armanca me ku em navçeya xwe bikin navçeya jinê."   Piştî vekirina saziyê jin li atolyeyên navendê geriyan û li ber muzîkê govend gerandin.