Kongra Star: Êrîş li dijî vîna azad a jinê ne 2019-07-22 13:05:31   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê pêkanînên li herêmên dagirkirî ku li ser jin tê kirin bi daxuyaniyekê li kampa Berxwedanê şermezar kirin.   Ji aliyê Rêxistina Kongreya Star a Herêma Erfînê li dijî pêkanînên li herêmên dagirkirî ku li ser jinan tên meşandin  li kampa Berxwedanê daxuyaniyek da û ev pêkanîn bi sê zimanan şermezar kirin. Di daxuyaniyê de jinên kampa berxwedanê Rêxistina Kongreya STAR, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê jî amade bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Jinên ku hatine qetîlkirin, alên Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Şehbayê hatin hilgirtin. Daxuyanî li ser navê hemû koman ji aliyê  Endama KPC-D'ê Rûken Hisên ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye: "Em  erîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser axa xwe şermezar dikin. Ev kesên êrîşkar ku axa me dagir kirine hemû pêkanînên dijmirovî yên wekî işkencekirin, qetilkirin, revandin û her cûreyên tundiya li ser jinan didin meşandin. Em van êrîşên dijmirovî yên li dijî ehlaqê mirovahiyê bi tu awayî qebûl nakirin. Ev kiryarên dûrî nirxên mirovahiyê ku bi çetyên wekî DAÎŞ û Cebhet El Nusra dest pê kirin îro bi rêya 'Artêşa Azad' didomin.     Armanca êrîşan şikandina vîna jinê ye    Ji bo ku vîna jinan bişkînin her kes wan hedef digire. Mînaka vê tundiyê ya herî berbiçav jî ew ku berî niha bi demekê li Idlîbê cenazeyê jina ermenî Zozan Dêr Kerkor ya ji gundê Yaiqobiyê yê Idilibê ye ku bi tundiya herî dijwar re rûbirû maye. Bi caran caran ji aliyê cîhadiyan ve destdirêjî li vê jinê hatiye kirin û piştre jî ji aliyê wan ve hatiye kuştin.    Ev dest dirêjiya li jina ermenî hat kirin  li jinên Efrînê jî hat kirin û berdewam dike. Piştî dagirkirina Efrînê komên bê ehlaq destdirêjî li jina bi navê Arîn Selah Kelo ya ji taxa Eşrefiyê ye kirin.  Ev karên bê exlaq li dijî qanûnan e û armanca wan tenê şikandina vîna jina azad e.   Em weke Tevgera Jinê bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li hember van binpêkirinên hovane yên ku li dijî mafê jinan tên kirin dikin ku bê deng nemînin. Daxwaza me ji rêxistinên mafên mirovan  û dewletên Cîhanê ew e ku  bi erka xwe rabin û biryarên hişk   derheqê van sûcdaran  de bidin."