Akademiya Şehîd Binevş Eddessa dewreya xwe ya perwerdê bi dawî kir 2019-07-22 09:07:11   Nûpelda Têkoşîn   ŞENGAL - Jinên êzîdî ku piştî fermanê xwe naskirin ji bo civaka xwe û ji bo ku zêdetir karibin xwe biparêzin û pêş bixin xwe  perwerde dikin.    Li Şengalê Akademîya Şehîd Binevş Eddessa dewreya xwe ya perwerdê ya 6'emîn a bi navê Şehîd Arîn bi dawî kir. Biboneya bi dawîkirina dewreya perwerdê ji bo moral bidin perwerdekaran bernameyek taybet hat lidarxistin.    Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Piştre axaftin hatin kirin. Axaftina yekem li ser navê Meclisa Jinê Xoxê Cindî axivî.  Xoxê di serî de xêrhatina jin û ciwanan kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “ Di serîda em xêr hatina dayik û keçên xwe dikin. Ev perwerdeya fikrî wekî pêşketinekê ye.  Ez vê  li Şehîd Binevş û Şehîd Arîn pîroz dikim. Ji hemû endamên akademiyê re serkeftinê dixwezim. Em kefxweşin ji ber ku jinên me yên êzidî serkeftî dawî li perwerdeya xwe ya fikrî tînîn. Em hêvîdarin ku hemû keç û jinên êzîdî tevlî perwerdeya fîkrî bibin, xwe nasbikin. Ji bo ku cardin nekevin destê dijmin xwe bi hêz  bikin û pêşiya nexweşiyan û fermanan bigrin. Disa em vê devreya perwerdê li hemû jinên êzîdî pîroz dikim.”   'Bila her kes vegere ser axa xwe'   Edle Reşo jî di axaftinê xwede bal kişand giringiya perwerdekirina jinên êzîdî û wuha axîfî: “ Em jî di serî de ji bo perwerdeya ku hatiye dayîn spas dikin û serkeftinê ji endamên akademiyê re dixwezin. Bi saya perwerdeyê em çanda xwe û rastiya xwe ji bir nakin. Hêvî dikim ku hemû civaka me ku di siyaseta helandine re tê derbaskirin vegere ser çand û rastiya xwe. Bi saya fikra jina azad em jinên êzîdî em ê pêş bikevin û herdem serbilind bin. Di dema fermanê de Şervanên Azadiyê gelek tişt ji me re kirin, em ê ji bi pêşketinên xwe hêzê bidin wan.”   Edle Reşo  wiha dawî li axaftina xwe anî :” Pêwîste êzîdî hemû dest bidin hev û vegerin cih û warê xwe. Bila werin ser axa xwe. Li welatên dur keç û zarokên wan tên revandin ev jî fermanek e.”   'Bila tu jin bê perwerde nemîne'   Yek ji endama akademiya perwerdeyê ku di nav xebatên parastina Asayişa Jinê de ye Xalide Xêro jî  bi boneya ditîna perwerdeyê kefxweşiya xwe anî ziman: “ Em jî wek Asayişa Jinê ya Şengalê tevli perwerdeya akademiya Şehid Binevş Eddessa devreya Şehîd Arîn bûn. Perwerdeyeke xweş bû. Bi rasti jî em gelek kefxweşin ku em hatine tevlî wê devreyê bûne. Bi saya perwerdeyê me gelek tişt guhert û wê pêketina me bidome. Ez bang li hemû jinan dikim ku ji vê perwerdeyê bêpar nemînin. ”