Yekîtiya Rewşenbîran: Her tim em ê parastina şûnwarên xwe bikin 2019-07-22 09:02:08   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Endamên Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê li ser kiryarên dewleta Tirk ên di derheqa şûnwarên Efrînê de axivîn û wiha gotin: "Em weke rewşenbîrên Efrînê her em ê parastina şûnwarên xwe bikin."   Piştî 18'ê Adara 2018'an ku dewleta tirk û komên girêdayî wê ketin Efrînê şûnde gelek şûnwarên Efrînê hatin hilweşandin. Têkildarî vê mijarê Endamên Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê nêrînên xwe  parve kirin.   'Em ê çanda xwe tim û tim biparêzin'   Endama Yekîtiya rewşenbîran a Kantona Efrînê Dîcle Şêxo li ser kiriyarên dewleta Tirk ên di derheqê şûnwarên Efrînê de axivî û wiha got: "Dewleta Tirk di Efrînê de dixwaze cihên dîrokî tune û dagir bike. Her wiha destkeftiyên kurdan hededef bigire. Weke Endamên Yekîtiya Rewşenbîran erka ku dikeve ser milê me ew e ku em parastina çanda xwe ya dîrokî bikin. Ew jî bi rêya çalakiyên xwe, pêkan e. Di heman demê de jî ji bo rastiya dewleta dagirker ji hemû cîhanê re were xuyakirin."   'Gelê Efrînê xwedî çandek û dîrokek kevnar e'   Di berdewamiya axaftina xwe de Dîcle diyar kir ku bi van rêbazan dewleta Tirk nikare dîroka kurdan tune bike û wiha domand: "Gelê Efrînê xwedî nasname, dîrok û çandeke kevnar e. Dewleta Tirk nikare dîroka kurdan tune bike, helbet Efrînê bi ser bikeve û Tirkiye wê hilweşe. Divê dewletên Navnetewî çavên xwe li hember vê rastiyê negire. Çi dibe bila bibe sonda me rizgarkirina Efrînê ye."   'Şûnwar şaristaniya me dide diyarkirin'    Endama Lêkolînên Zanistî ya Yekitiya Rewşenbîran Fîdan Muhemed axivî û wiha got: "Weke ku em hemû dizanin şûnwar şaristaniya me dide diyarkirin. Dewleta tirk şûnwaran hildiweşînin. Alavên dîrokî difiroşe. Ev bi xwe sûceke navneteweyî ye. Divê li dijî vî sûcî tu kes bêdeng nemîne. Şûnwar şaristaniya me dide diyarkirin. Divê em li şaristaniya xwe xwedî derkevin."