Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê li seyranê hat gel hev 2019-07-21 15:29:36   AMED - Meclisa Jinan a HDP'ê bi dirûşma "Rajêr nebe azad bibe" li Deve Geçidiyê li seyran hat gel hev.    Meclisa Jinên Ciwan a Partiya Demokraîk a Gelan (HDP)  bi dirûşma "Rajêr nebe azad bibe" di seyrana ku li Deve Geçidiyê kirin de kom bû. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî li gel jinên ciwan çû seyranê.    Jinên ciwan li seyranê li ser mijarên wekî asîmîlasyon, dejnerebûna çandê û hişbirê niqaş kirin. Jinên ku mijarên wekî zayenda civakî û ekolojî jî girtin dest piştre govend gerandin.