Meclisa Jinan a HDP'ê banga xwedîreketinê kir 2019-07-21 15:28:21   ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê li dijî kampanyayên reşkirinê ên li hemberî Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag daxuyaniyek da. Meclisê ji bo Dêrsim Dag banga piştevniyê kir û wiha got: "Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî kampanyayên reşkirin û lînçkirinê yên li dijî parlamentera me Dêrsim Dag serî rakin."   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyeke nivîskî ku li ser medya civakî weşand banga xwedîderketinê ji bo parlamentera Amdê ya HDP'ê Dêrsim Dag ku di demên dawîn de bi kampanyayên lîçkirin û reşkirinê yên medyê re rûbirû maye kir.    Meclisa Jinan a HDP'ê di daxuyaniya ku weşand de wiha got: "Parlamentera me ya Amedê ya ciwan ku têkoşîna demokrasiyê dide îradeya jin zarok  û gelê Amedê ye. Em dibêjin ku em ê heta dawî piştevniya Dêrsimê bikin û em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinê heta dawî bidomînin."