Di serdegirtina malê ya li Baglarê de gûmana înfazê 2019-07-21 14:20:14   AMED - Duh êvarê li Baglarê bi ser malekê de hatibû girtin û kesê bi navê Mucahît Yilmaz hatibû kuştin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku wan li gel cenazeyê Mucahît tu çek nedîtine. Li mala ku bûyer lê qewimî û ji ajansa re wekî şer derketiye hat serwîskirin,  ji ber ku şopa tu guleyên ji derve de hatine nehat dîtin gûmana dibe kesê jiyana xwe ji dest da hatibe înfazkirin xurt dike.    Duh êvarê li ser Kolana Karacadagê li kuçeya bi hejmar 902 polîsên hêza taybet bi ser maleke bi hejmar 6 a  li qaatê 3'yan de girtin. Hat îdakirin ku dema bi ser malê de hatiye girtin şer derketiye û di encamê de kesek hatiye kuştin û polîsek jî birîndar bûye. Xwediyên mala ku bi ser de hat girtin  Ahmet Yodaş û Bîrsen Yoldaş jî hatin binçavkirin.  Li mala ku wekî şer lê derketibe ji ajansa re hat serwîskirin ji ber ku tu şopa guleyên ji derve de hatine nehat dîtin gûmana ku kesê hat kuştin dibe hatibe înfazkirin xurt dike.      Li hundir tu gule kakilê guleyê nehat dîtin   Li mala bûyer lê qewimî derî nehatiye şikandin û alavên malê hatine belavkirin. Li şaneşîna ku tê îdakirin şer lê hatiye kirin jî şopên xwînê hatin dîtin. Lê ne li hundirê malê û ne jî li şaneşînê kakilê tu guleyan nehat dîtin.  Cama şaneşîna ku şer lê hatiye kirin neşikestiye û li şaneşînê şopa guleyan heye. Lê li mitbexa ku bi ser şaneşînê ve ye şopên guleyên şemitîne hene.    'Li cihê bûyerê min çek nedît'   Şahidên bûyerê jî diyar kirin ku li gel cenazeyê Mucahît Yilmaz ê hatiye kuştin tu çek nedîtine. Şahidê bûyerê diyar kir ku di serî de bi ser mala wî de girtine û wiha got: "Berê sibehê bi ser mala min de girtin. Ketin hundir û li min dan.  Dema ku li min dan min tu dengê çekê nebihîst.  Piştî ku li min dan min avêtin erdê û gotin ku serê xwe hilnegêve. Wê demê dengê çekê hat. Piştî deng min birin cihê ku cenaze lê û ji min pirsa ku ez mirovê hatiye kuştin nas dikim an nakim pirsîn. Min got ez nas nakim. Kesê ku hatibû kuştin gelek şopên guleyan li bedena wî hebûn û li gel jî tu çek tune bû."    Vezaretê di daxuyaniya xwe de bahsa polîsê birîndar û îdaya şer derketiye nekir   Wezareta Karên Hundir jî derbarê bûyerê de daxuyanî da.  Wezaretê diyar kir ku kesê hatiye kuştin Mucahît Yilmaz e û îdakir ku li ser gelek meşanên rêxistinê û muhîmat hebûne.  Lê bahsa polîsê birîndar û şerê ku tê îdakirin pêk hatiye nekir.    Xwediyên malê nikarin bi parêzer re hevdîtinê bikin   Hat diyarkirin ku xwediyên malê yên hatine binçavkirin hîna bi parêzerê xwe re hevdîtin nekirin. Zarokên dema bûyerê li malê jî bûn birina mala xizmên wan.