ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-21 09:00:00   *Weqfa Lêkolîna Civakî, Aborî û Siyasetê (SETA) bi rapora ku hefta borî parve kiribû, rojnamgerên di saziyên navneteweyî de dixebitin hedef girtibû. Bertekên li dijî hedefgirtina rojnamegeran didomin. Der barê helwesta SETA’yê de Rojnameger û nivîskar Ayşegul Dogan axivî.  DÎMEN HEYE   *Jina bi navê Suad Şawî ya ku li Kobanê dijî ajalan xwedî dike û debara xwe bi vî awayî dike. Suadê derbarê xwedîkirina ajalan de diyar kir ku dema ew dixebite xwe bêtir li ser piyan dibîne û wiha got:"Ez dema ajalan xwedî dikim baweriya min bêtir çê dibe. Çimkî ez dema ajalan xwedî dikim ez dizanim ku bi vî awayî ez dikarim li ser piyan bimînim û pêdiviya min ji kesekî din re namîne." DÎMEN HEYE   *Ji dîrokê ve heta roja me ya îro jin afirîner e, ji hûnera mejiyê xwe gelek amûrên bi sûd afirandine. Yek ji jina afiriner Îman Silêman a ji Dêra Zorê ye tenûrek balkêş ku ji qalikê xesaleyê çê kiriye. DÎMEN HEYE   *Li Gundê Êmrûtê bi barana ku dibare Sulava Êmrûtê vediguhere dîmeneke bi heybet. Sulav li gundê Êmrût a Qoserê ye. Di meha biharê de bi barîna baranê re sûlav û çavkaniyên avê zindî bûn. Mêrdîn ya bi erdên çandinî û çavkaniyên avê tê danîn,sûlavên lê ne jî bi baranê re bi dîmenek gelek xweş xemilîn. Dêrik bi GAP’ê, Nisêbîn bi Ava Sipî tê zanîn û ji bilî vê jî Sûlavên Êmrût yên li gundê Êmrût a Qoserê ye jî mirovan heyran dihêle. DÎMEN HEYE   *Ji Rêveberiya Odeya Tabîban a Tirk Fîrdevs Çetîn Uysal diyar kir ku sedema zêdebûna şîdeta di tenduristiyê de polîtîkayên tenduristiyê ne lê nexweş û xizmên nexweşan hemû berpirsyariyê bi doktoran re dibînin û wiha got: “Welatî me wek aliyê din dinirxînin. Lê em heman alî ne. Em ji bo wan têdikoşin. Ew jî piştgiriyê bidin me wê ev hewldan encamê bidin.” DÎMEN HEYE   * Dêra Dermetîna ya 3 hezar salî ya li gundê Gumuşyuva ya Şemrexê ji ber nayê restorekirin û parastin ji aliyê gundiyan ve wek axur tê bikaranîn. DÎMEN HEYE