Ji bo mîtînga HDP'ê ya Amedê destûr hat dayîn 2019-07-20 16:39:28       AMED - Mîtînga ku bi dirûşma "Ji bo aştiyeke birûmet çareseriya demokratîk" ya ku li Amedê bê lidarxistin destûr hat dayîn. Komîteya amadekar a mîtîngê da zanîn ku hemû amadekariyên xwe bi dawî kirine.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, dê di 22’ê tîrmehê de li Qada Îstasyonê bi dirûşmeya “Ji bo aştiyeke birûmet çareseriya demokratîk” mîtîngê li dar dixe. Komîteya amadekar ji bo destûrê serî li Walîtiya Amedê dabû û serlêdanan komîteyê hat qebûlkirin.    Amadekariyê mîtînga ku dê ji bajarên herêmê, navçeyên Amedê tevlî bibin, temam bûn. Ji bo tevlîbûna mîtîngê civîn hatin li darxistin, bîllborard hatin daliqandin û afîş hatin belavkirin. Parlamenter, rêveber û endamên HDP’ê  li 4 bajaran, 13 gundan, 17 navçe û taxên çiyayî xebatên vexwendina mîtîngê li gel kirin.    Mitîng dê saet di 17.00’an roja duşemê li Qada Îstasyonê pêk were. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyigît, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, aktîvîstên TJA’yê, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek di mitîngê de xîtabî gel bikin. Koma Çarnewa û Koma Azad jî, wê di mîtîngê de derkevin ser dikê û konser bidin.