Xizmên windayan li Amed û Êlihê aqûbeta windayên xwe pirsîn 2019-07-20 15:31:30   AMED / ÊLIH - Xizmên windayan bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li Amed û Êlihê çîroka Mehmet Ertak û Mehmet Zekî Akyildiz vegotin û bal kişandin li ser  komkujiya Pirsûsê.    Xizmên windayan li Amed û Êlihê kom bûn aqûbeta windayên xwe pirsîn û xwestin kujer bên darizandin. Di çalakiyên Amed û Elihê de qala komkujiya Pirsûsê hat kirin û hat diyar kirin ku li gel 4 sal derbas bûn jî heta niha erkdarên darazê lêpirsîneke pêwist ne dane destpê kirin. Her wiha  li Amedê çîroka Mehmet Ertak û li Elihê ji çîroka Mehmet Zekî Akyildiz hat vegotin.    Li Amedê aqûbeta Mehmet Ertak hat pirsîn   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 545’emîn de çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Xizmên windayan, nûnerên rêxistinên civaka sîvîl, Serokê Rêxistina CHP’ê ya Amedê Mehmet Sayin, endamên Komeleya Hêviyên Rengarenk, Komeleya bi Hevre, aktivîstên li Stenbol û Enqerê derbarê zarokan de xebatan bi rêve dibin û rêveberiyên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên serwinda hatin vekirin.    'Bi sala ne li benda agahiyê ne'   Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Hasan Yalçin, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Xizmên windayan û dayik bi salane li bendê ne ku agahiyekê ji zarokên xwe bigirin. Em tim daxwaza edaletê ji desthilatdariya siyasî û dewletê kir. Dema ku em li mînakên dîrokî û yên cîhanê mêze dikin, li Arjantîn, Yugoslavaya û Almaya, hikûmet bi paşeroja xwe re rû bi rûyê hev ketin û wisan edalet hat bi cih anîn."   'Ev sûcên şer in'   Hasan, da zanîn ku li herêmê bi hezaran mirov hatin serwinda kirin û wiha bilêv kir: “Ev hemû sûcên şer in. Di hiqûqa navneteweyî divê ev bersûc bên darizandin. Heya ku faîl neyin darizandin, windahiyên nû çêbin. Di sala dawî de, li Enqerê û bajarên cuda 6 kes bi zorê hatin windakirin û bi tu awayî agahî ji wan nayê girtin. Mînak Salîm Zeybek, Ozgur Kaya, Yasîn Ûgan û yên din. Di salên 90’î de JÎTEM’ê, yan jî hêzên paramîlîter ên cuda, mirov bi Torosên spî serwinda dikirin û îro jî bi wesayîtên nûjen mirovan winda dikin. Heya ku rastî neyê qebûl kirin û heqîqet neyê bi cih anîn, dê ev bûyer her dewam bikin. Ji bo hemû windayan em daxwaza xwe ya edaletê nû dikin. Divê Wezareta Dadê gavên pêwîst bavêje.”    'Erkdarên darazê divê lêpirsîn bidin dest pê kirin'   Hasan, bal kişand ser 4’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ku erkdarên darazê lêpirsîn pêwîst bide dest pê kirin. Divê lêpirsînên mirovên hatine windakirin, ji ber dembûriyê yên betal kirin. Ev sûcên li dijî mirovahiyê ne. Divê lêpirsînên pêwîst bên dest pê kirin û em daxwaza vekirina dozan dikin.”   Mehmet Ertak di sala 1992'an de hat windakirin   Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Adnan Orhan jî, çîroka Mehmet Ertak ê di 20’ê tebaxa 1992’yan de, li Şirmexê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin xwend û pirsa aqûbeta wî kir.    Li Êlihê aqûbeta  Mehmet Zekî Akyildiz pirsîn    Rêveber û endamên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 451’an de li avahiya ÎHD'ê li hev kom bûn û bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" çalakî li dar xistin. Gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê yê Êlihê Devran Yildiz, di çalakiyê de axivî û diyar kir ku 4 sal bi ser Komkujiya Pirsûsê re derbas bûn, Devran wiha got: “Em ê daxwaza wan a aştiyê pêk bînin. Em ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînin û bejna xwe  li hemberî wan di tewînin.”    'Êlih wekî baregeha Hîzbûllahê dihat bikar anîn'    Sekrederê Şaxa ÎHD’ê Fahrettîn Asûbay, daxuyaniya çalakiya 451’emîn xwend. Fahrettîn, diyar kir ku di salên 1990’an de Êlih weke baregeha Hîzbûllah dihat bikar anîn û wiha axivî: “Li dûryana Êlih, Farqîn û Amedê bi hezaran kes hatin kuştin.” Fahrettîn, dûre li aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê di sala 1992’yan de li navçeya Farqîn a Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û teslîmî endamên Hîzbûllah kirin û birin gundê Sûsa serwinda kirin pirsî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin aqûbeta Akyildiz bê aşkere kirin û faîlên wî bên darizandin. Ligel hemû tiştî jî, em ê aqûbeta windan bipirsin.”