'Êşa windakirinê nayê vegotin û pênasekirin' 2019-07-20 14:57:25   STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya winda bên dîtin û kujer bên darizandin de aqûbeta Hasan Gulunay pîrsin. Denîz Gulunay nameya ku ji bavê xwe Hasan Gulunay re nivîsîbû hat xwendin û wiha got: "Ez bi kijan peyvan hezkirin û bêrîkirina xwe ya ji bo te bînim ziman kêm dimîne. Em ê di her kêliyê de nefes û dengê windayan bi xwe re bigerînin."   Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 747'an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê dayik dîsa rastî astengiya polîsan hatin û li kolana Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê hatin cem hev û daxuyanî dan. Malbat û dayikan li pêş avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û Ali Şeker, Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu, Sekreteryaya Rêxistina Efoya Navneteweyî yê Berpirsiyarê Kampanyayê ya Tirkiye Mîlena Buyum û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. Malbatan wêneyên windayan û rakirin û qurnefil xistin destê xwe. Li ser navê girsê Endama Komîsyona Li Dijî Binçavkirinan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Sebla Ercan daxuyanî xwend.    'Mafê me hat îhlalkirin'   Sebla, anî ziman ku piştî 09'ê tîrmeha 2018'an û şûnde pêkanîna rejîmê ya nû xizên windayên ku ji aliyê leşker û polîsan ve hatin windakirin ji qada Galatasarayê dûr xistin û wiha got: "48 hefte ye mafê me yê em fikrên xwe û lêgerîna windayan a li Qada Galatasarayê bînin ziman qedexe kiriye. dan Mafê me hatiye îhlalkirin. Hinceta Wezîrê Karên hundir a astengkirina çalakiyê li dijî nirxên gerdûnî yên cîhanê ye û bi tu awayî nayê îzahkirin. Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê jî bi hincetên nayê bawerkirin aşkere dike. Wezaret xwe dixe rewşek pêkenok û dayikên me bi hinceta di nava xebatên terorê de ne asteng dike. Bi Kurtasî Wezîrê Karên Hundir li dijî Dayikên Şemiyê sûc dike. Qada Galatasarayê li me qedexe kirine. Mafê me yê lêgerîna mafan îhlal dike û dixwaze em bêdeng bibim û serî bitewînin. Mafê Azadiya Raman û îfadeyê, di pergala demokratîk û azadiyê de rêgeza herî bingehîn e. Lê kî bêdeng dibe bila bêdeng bibe em ê bêdeng nebim. Em ê lêgerîna xwe ya heq, hiqûq û edaletê berdewam bikin û israr bikin."   'Hasan piştî ku ji malê derket carek din nehat malê'   Sebla, di hefteya 747'an de çîroka Hasan Gulunay ê di 20'ê Tîrmeha 1992'an de hat windakirin wiha vegot: "Di gulana 1992'an de Alî Ekber Atmaca li Fermandariya Cendirmeyan a Artvînê bi îşkencyê hat kuştin. Li ser Atmanca nasnameya Hasan Gulunay derket. Li ser vê yekê Polîsan Bavê 4 zarokan ê 32 salî Hasan Gulunay kirin bin qeydan. Hasan Gulunay piştî ket bin qeydan demekê ji hevjîna xwe re got 'Ez ji aliyê polîsan ve têm şopandin. Piştre di 20'ê tîrmeha 1992'an de dema ji mala xwe ya Tarabyayê diçû kar û hat revandin. Piştî ji malê derket carek din nehat malê."   'Malbat tu encam bi dest nexist'   Sebla, qala serlêdan û lêgerîna malbata Hasan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Malbatê serî li Serdozgeriyê û Midûriyeta Polîsan a Stenbolê dan. Lê ji malbatê re gotin 'Hasan nehatiye binçavkirin. Lê lêgerîna wî heye'. Lê rayedarekî payebilind ji malbatê re got 'Hasan Gulunay sax e û di bin çavan de ye' Di heman dirokê de şahidekî din ê li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hatibû binçavkirin diyar kir ku kesê ku rûyê wî nedît gotiye "Ez Hasan Gulunay. Dixwazin min di bin çavan de winda bikin." Malbatê serî li hemû rayedaran dan. Lê tu encam bi dest nexist. Lêpirsînek xurt neşand.    'Bersûcên Hasan nayên darizandin'   Sebla da zanîn ku bi bi hinceta 20 sal derbas bûye di 31'ê cotmeha 2012'an de dosya girtin û wiha axivî: "Ji ber ku 20 sal derbas bûye pêdivî bi lêpirsînê nedîtin tune ye. Di 08'ê nîsana 2013'an de malbatê dosya birin Dadgeha Qanûna Bingehîn. Dadgeha Qanûna Bingehîn jî di 21'e nîsana 2016'an de biryar da ku lêpirsînek xurt nehatiye kirin û ev yek hatiye îhlalkirin. Lê dîsa bi hinceta dosya dereng şandine Dozgeriya Komarê biryara cihê lêpirsînê tune ye da. Dosya Hasan Gulunay 27 sal in didome. Lê ji ber polîtîkayên înkar û bêcezakirinê bersûc nayên darizandin. Heta ku bersûc bên darizandin û cezakirin emê dest ji vê dozê bernedin. Em ê ji Qada Galatsarayê venegerin."   'Em xwedî li têkoşînê derdikevin'   Piştre Denîz Gulunay nameya ku ji bavê xwe Hasan Gulunay re nivîsîbû ji Dayikên Şemiyê re şand û name hat xwendin. Nûnerê TÎHV'ê yê Stenbolê Umît Efe name xwend. Di nameyê de wiha hat got: "27 sal berê bavê min û hevrêyê min Hasan Gulunay hat windakirin. Ez li ber bîranîna wî bi hurmetî bejna xwe ditewînim û li têkoşîna wî xwedî derdikevim. Ez 27 sal in bi êşeke bêdawî û hêrsa min a venamire dijîm. Lêgerîna me ya em jê venagerin û têkoşîna me ya edaletê berdewam dike û 27 sal in bavê min nayê. 27 salên bi tekoşînê borî. Li vî welatî çiqas êşên mezin bi mirovan didin jiyandin. Dema mirov te pênase dike ligel hezkirinê êşê jî dijî. Xwînmijên ku li ser her bihostek axa vi welatî êş hiştine, axîna milyonan kesên bê kefen li ser vê axê razane dikişîne. 27 sal şûnde dîsa em, dayik, bav û zarokên bûne şirîkên êşên me em dîsa bi hevre ne. Em hemû ew qas kêm in, lê ew qas jî bi hevre û tam in. "   'Êşa windakirinê nayê vegotin û pênasekirin'    Di berdewamiya nameyê de hat qala Qada Galatarasayê hat kirin û wiha dom kir: "Dema em tên li vir û hemû windayên xwe digerin ji êş û hêrsa xwe pirek ava kir. Dema em yekem car li Qada Galatasarayê li hev kom bûn me digot 'Me bi saxî wina kir em bi saxî dixwazin' Me bi vê hişyarî û dirûşmeyê têkoşîna xwe berdewam dikir. Me dizanîbû hûn nadin me. Ji ber ku me dizanîbû bi plana destên tarî yên dewletê hatine windakirin. Êşa windakirina te, êşa tunebûna te di tu saniye û kêliyan de nayê vegotin û pênasekirin. 27 sal in ez bi kijan peyv û hevokan bînim ziman kêm û bêkes dimîne. Ez bi kijan peyvan hezkirin û bêrîkirina xwe ya ji bo te bînim ziman kêm dimîne. Hêrsa min a li hemberî dewletê ku te ji min qetandiye kêm dimîne. Em ê têkoşina xwe ya edaletê berdewam bikin. Em ê di her kêliyê de nefes û dengê windayan bi xwe re bigerînin. Li hemû qad û kolanan emê wan bi xwe re bigerînin."