HDP: Em ê xwedî li mîrateya ciwanan derkevin 2019-07-20 13:51:44   ENQERE -  HDP, di 4'emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir 4 sal li ser komkujiyê re derbas bû lê hêj hêzên li pişt komkujiyê nehatin dîtin.     Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvegera 4'emîn Komkujiya Pirsûsê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya nivîskî de 33 ciwanên şoreşger ên ku li Pirsûsê hatin qetilkirin bibîranî û berpirsên komkujiyê şermezar kir.    Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Ev êrîş wê rojê ne tenê li ser wan kesan bûn, li Pirsûsê dixwestin ji zarokên Kobanê re bibin hêvî, ev êrîş li dijî wan hemû dilxwazên aştî û demokrasiyê yên li vî welatî bû. Ev êrîş, fîşeka nîşandanê ya pêşî ya rêz komkujiyan bû ku li Tirkiyê bi destê DAÎŞ'ê hatin kirin. Piştre jî DAÎŞ û hevkarên wan li Enqerê û Amedê gelek komkujî pêk anîn. Her çend kesên ku ev êrîş kirin DAÎŞ jî be, berpirs ew in ku rê dane DAÎŞ'ê."   HDP di daxuyaniya nivîskî de da zanîn ku her çend 4 sal li ser komkujiyê re derbas bûye jî hêj hêzên li pişt nehatine dîtin û daxuyanî wiha bi dawî bû: "Parastina berpirsên komkujiyê bi serê xwe kambaxiya rewşê nîşan dide. Yên ku li Pirsûsê me ji dest dan, mîrateya hevgirtina gelan û giyanê têkoşîna hevpar ji me re hiştin. Berpirsyariya me ew e ku em bi faîlên komkujiyê re ji hêla hiqûqî û siyasî ve hesabê bipirsin û xwedî li vê mîrateyê ciwanan derkevin. Her wiha em bagn li her kesî dikin ku têkoşîna aştî û demokrasiyê geş bikin."