Platforma Şaxan a DÎSK'ê banga tevlîbûna mîtîngê kirin 2019-07-20 13:05:53   AMED - Li Amedê bi dirûşma “Ji bo aştiyeke birûmet çareseriya demokratîk" mîtîng tê lidarxistin. Platforma Şaxan a DÎSK'ê banga tevlîbûna mîtîngê kir.    Di 22’ê tîrmehê de li Amedê bi dirûşma “Ji bo aştiyeke birûmet çareseriya demokratîk” li Qada Îstasyonê mîtîng tê lidarxistin. Platforma Şaxan a DÎSK'ê der barê mîtîngê de li Şaxa 2'emîn a Genel Îş'ê  daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla nûnerê Herêmê yê DÎSK'î Mehmet Şîrîn Gurbuz ve hat xwendin.    Mehmet Şîrîn, di daxuyaniyê de bal kişand ser şer û pêvçûnan û wiha got: "Di şeran de bi taybetî jin û zorak dibin kurban. Her wiha ekolojî tê texrîbkirin. Em wekî  DÎSK her tim bûn alîgirê aştî, demokrasî û wekhevî ye. Li gel hewldanên me dîsa rûye şer a qirêj her tim derdikeve li pêş me. Di 15'ê tîrmehê de li Pulura Dêrsimê di encama teqînê de Ayaz û Nupelda Gulogluyên xwîşk û birayê hevin jiyana xwe ji dest dan. Em wekî DÎSK’ê eşa malbatê parvedikin. Divê bûyer bi her avayî bê lêkolînkirin."   'Em piştgiriyê didin hewladên aştiyê'   Şîrîn, di axaftina xwe de bang li raya giştî, gel û kedkaran kir û wiha axivî: "Şer û pêvçûn dibe sedema mirin e. Gelek pirsgirêk û di serî de pirsgirêka kurd divê bên çareserkirin û bi rêya aştiyane û muzakerayan dê ev tişt pêk bê. Em wekî DÎSK di nav hewladên bi vî rengî de ne û em piştgiriyê didin hewladên aştî û demokrasiyê ye. Em li ser vê esasî bang li raya giştî dikin ku di 22'ê tîrmehê de roja duşemê tevlî mîtînga 'Ji bo aştiyeke bi rûmet û çareseriya demokratîk' bibin."