Şoreşa Rojava di sala xwe ya 8'emîn de ye:Jinan sîstema desthilatdar a mêr teşhîr kirin 2019-07-20 09:21:47   AMED - Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir ku Şoreşa Rojava ya ku ket sala xwe ya 8'emîn bi şikandina zihniyeta mêr a desthilatdar veguheriye şoreşê û  got:"Jinan DAÎŞ têk bir û pêşî li şikandina zayendiya sêyemîn girt. Şoreşa jinê ya ku derket pêş sîstema desthilatdar a netew-dewlet, neo-liberal, rêxistinên îslamî, sîstema deshilatdar a mêr ên ku îflas kirine, teşhîr kir."   Şoreşa Rojava ya pêşengtiya wê jinê kir û tecrubeyek nû li cîhanê da jiyîn sala xwe ya 7'emîn li dû xwe hişt. Li Bakurê Sûriyeyê piştî hilweşandinê avakirinek nû dest pê kir û gelek tiştên nû ketin meriyetê. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokan derbarê bandora Şoreşa Rojava ya li ser cîhanê nirxandin kir.    Ayşe diyar kir ku piştî şoreşê tevgera jinê li cîhanê hatiye qebûlkirin û gelekî hatiye axaftin û ev yek gelek girîng e û wiha got:"Dema em bi giştî li polîtîkayên cîhanê dinêrin em dibînin ku polîtîkayên neo-liberal wekî demokrasiyê tê bazarkirin. Cîhanê komkujiyên DAÎŞ'ê ji bo xwe dûr didît lê piştre dît ku çiqas nêz e. Yên ku ev yek şanî cîhanê da jî jinên ku li dijî DAÎŞ'ê şer dikir bûn. Şoreşa jinê bi nirxandinek berfireh ancax bê şîrovekirin."   'Li Rojava pêşî li şikandina zayendî ya 3'emîn hat girtin'   Ayşe wiha sedema gotina şoreşa jinê rave kir:"Di warê jinê de du caran şikandina zayendî hatiye jiyîn. Ji ber ku desthilatdariya mêr zêde bû şikandina zayendî ya yekem hat jiyîn. Ya duyem jî dema ku olên yekxweda derket holê pêk hat. Li Rojava jinan tenê li dijî îslama radîkal li berxwe neda, di heman demê de li dijî cureyên tundiya ku ev 5 hezar sal in tê jiyîn û ji aliyê DAÎŞ'ê dihat xwestin ku bê pêkanîn, li berxwe dan. Di encama vî şerî de jinan DAÎŞ têk birin û rê li ber şikandina zayendî ya sêyem girtin. Di şikandina yekem û duyem a şikandina zayendî de desthildatdariya mêr zêde bûbû û mîlîtarizm li cîhanê belav bûbû. Di nava van şikandinan de şîroveya ku wekî mêr bi ser ketiye û jin têk çûye di dîrokê de cihê xwe girtibû."   Ayşe diyar kir ku di 2012'an de 13 rêxistinên selefî yên îslama radîkal diparast bûn yek û DAÎŞ ava kir û got:"Heger jinan li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe neda dê li Rojhilata Navîn avahiya zihnetiyeta mêr a desthilatdar pêk bihata. Loma şikandina zayendî ya sêyem, şikandina zihniyeta mêr a desthilatdar e."   'Şoreşa Rojava bandora xwe li ser hemû jinan kir'   Ayşe da zanîn ku erdnîgariya kurd di warê şaristanî û gelan de dewlemend e û wiha got:"Têkoşînek jinê ya ku sînoran nas nake heye. Dema ku li Rojava şoreş pêk hat komkujiyên jinan li Qamişloyê ji sedî 85 hindik bû. Tevî pêvajoya şoreşê di şeş mehan de li Qamişloyê qet jin nehatin qetilkirin. Loma Şoreşa Rojava bandor li jinên Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê kir."   'Zihniyeta desthilatdar a mêr hat teşhîrkirin'   Ayşeyê bi lêv kir ku Şoreşa Jinê di her warî de girîng û diyarde ye û wiha got:"Şoreşa Rojava hemû jin hembêz kir. Şoreşa Rojava di heman demê de polîtikayên hegemonan teşhîr kir. Jinan DAÎŞ têk bir û pêşî li şikandina zayendiya sêyemîn girt. Şoreşa jinê ya ku derket pêş sîstema desthilatdar a netew-dewlet, neo-liberal, rêxistinên îslamî, sîstema deshilatdar a mêr ên ku îflas kirine, teşhîr kir."   'Şoreşa Rojava pêşî li koçberiyê birî'   Ayşeyê wiha dewam kir:"Şoreşa Rojava di heman demê de pêşî li koçberiyê birî. Jinan jiyana xwe organîze kirin û pêşî li koçberiyê girtin. Ji sedî sed rê li koçberiyê nehat girtin lê jinan serîhildan tercîh kirin."   'Cara yekem di rêveberiyê jinan bi awayekî wekhev cihê xwe girtin'   Ayşeyê da zanîn ku bi Şoreşa Rojava pêkanînên ku dibe mînak hatin jiyîn û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Piştî Şoreşa Rojava, cara yekem di rêveberiyê jinan bi awayekî wekhev cihê xwe girtin. Şoreşa Rojava bi şêweyek 'lêxe û bigire' pêk nehat. Şoreşa Rojava bi xwe re guherîn-veguherîn bi xwe pêk anî."