Li dijî ‘zanîngehên jinan’ kampanyaya îmzeyan 2019-07-20 09:08:03   ÎZMÎR - Li dijî projeya zanîngeha jinan a serokomar, Komelaya Jinên Cumhuriyetê, kampanya îmzeyan da destpêkirin. Seroka Komeleyê Zuhal Of da zanîn ku ev proje li dijî destûra bingehîn e û di rewşa ku bikeve meriyetê wê têkoşîna hiqûqî bidin.   Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Zîrveya G20 de çûbû Japonyayê û li vir diyar kiribû ku ji zanîngehên jinan bi bandor bûye û talîmat dabû Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) û gotibû di vî alî de xebatan bimeşînin. Komeleya Jinan a Cumhuriyetê bertek nîşanê vê da û li dijî vê kampanya îmzeyan da destpêkirin. Kampanya wê heta 25’ê Tîrmehê bidome. Kampanya wê li komeleya Îzmîrê, her roj di navbera saetên 17.00 û 19.00’an de li Qada Konak û derketina Metroyê bidome.   Seroka Komeleya Şaxa Îzmîrê Zuhal Of, da zanîn ku zanîngeha jinan newekheviya zayendî xwedî dike, rêgeza wekheviyê ya destûra bingehîn binpê dike û di rewşa proje bikeve meriyetê de wê serî li hemû riyên hiqûqî bidin.   ‘Hewcedariya Tirkiyeyê tu car bi zanîngehên jinan çênebû’   Zuhalê destnîşan kir ku tu car hewcedariya Tirkiyeyê bi zanîngehên jinan çênebûye û got zanîngeh pêşeroja welatan û teknolojiya wê plan dike û wiha pê de çû: “Qadên werzîşê yên dibistanan, qadên teknîkî ji xwe kêm in. Dixwazin li dibistanan tevhîd-î tedrîsat (di hindekariyê de yekitî) rabikin. Dixwazin pêkanîna otobusên pembe, pêlekên keç-kuran cuda bikin. Vê carê jî dixwazin zanîngehan ji hev cuda bikin. Lê ev ne li gorî civaka me ye.”   ‘Dixwazin jinan zincîr bikin’   Zuhalê diyar kir ku zanîngeh ji bo pêşeroja welatan plan bikin zanistê hildiberînin û ji ber vê jî zanîngehên jinan li dijî zanistê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinek doktor ya ji fakulteya tipê mezûn bûye gelo wê tenê li nexweşxaneya jinan bixebite?Di esasê de dixwazin qada jinan teng bikin. Li Japonyayê yek çîrokek serkeftinê ya zanîngehên jinan tune ye. Lê bi me re gelek çîrokên serkeftina jinan heye. Di rewşa heyî de niha li gelek zanîngehan navendên lêkolînê yên jinan pirsgirêkên jinan lêkolîn dikin. Zanîngehên jinan ji pirsgirêka jinan re çareseriyê naynin. Ev dibe sedema newekheviya zayenda civakî. Li dijî rêgeza destûra bingehîn e. Yanî destûra bingehîn li virt ê binpêkirin. Tevî bertekên civakê ger pêkanîn neyê vekişandin em ê dozê vekin û têkoşîna xwe bidomînin.”