Salîha Aydenîz: Em daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê bi hev re biqîrin 2019-07-20 09:05:26   AMED - Salîha Aydenîz a HDP’î ji bo mîtînga ku wê di 22’ê Tîrmehê de pêk bê bang kir û wiha got: “Em bawer dikin ku gelên Tirkiyeyê ne bi şer, bi aştiyê dikarin bên cem hev. Em bang li hemû gelê Amedê dikin ku bi hev re bi dengekî xurt daxwaza aştî û demorkasiyê li qadê biqîrin.”   HDP’a Amedê di 22’ê Tîrmehê de bi dirûşma‘Ji bo aştiyek bi rûmet çareseriyek demokratîk’ wê mîtîngê pêk bîne. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, ji bo mîtînga wê li Amedê pêk bê bang kir.   ‘Pirsgirêk bi muzakereyê dikare bê çareserkirin’   Salîhayê anî ziman ku gelên Tirkiyeyê 4 sale bi hiqûqa şer re hatine rû hev û sedema herî mezin ya zext, zilm û krîza ku gel dijîn, şerê navxweyî û yê derve ye. Salîhayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demên dawî de bi taybet tê xwestin ku bi pergala serokatiyê, pergala faşîzan bê rûniştin û ev jî di esasê de hiqûqa şer ferz dike. Li Tirkiyeyê gel, jin, ciwan ne bi hiqûqa şer, bi muzkareyê çareseriyê dixwazin. Ji ber vê jî divê dest ji pergala zextxwir û faşîzan bê berdan.”   ‘Di navbera 2013-2015’an de hêviyek ava bûbû’   Salîhayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku gelên Tirkiyeyê ne bi şer, bi aştiyê dikare bên cem hev û mînaka vê jî di navbera 2013-2015’an de di pêvajoya diyalogê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hat kirin re hat jiyîn.    Salîhayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêvajoya hat jiyîn hêviyek afirand. Ji cihê ku ev hêvî hatiye afirandin, em diyar dikin ku em aştî, demokrasî û diyalogê pêşniyar dikin. Em li ser vê ferasetê jî xebatên xwe dimeşînin. Em wek HDP xebatên rêxistinbûnê yên jin, ciwan, civakî dimeşînin. Em konferans û kongreyan, hevdîtinên bi gel re pêk tînin. Di çarçoveya van xebatan de ji bo em ji polîtîkayên şer û şîdetê xilas bibin mîtîngê pêk tînin. Komîteya me ya tertîp hat avakirin, xebatên me didomin. Em bang li hemû gelê Amedê dikin ku di 22’ê Tîrmehê de roja duşemê li qadê bi dengekî xurt daxwaza aştî û demokrasiyê biqîrin.”