Zaroka ji Efrînê: Ez bi wêneyên xêz dikim hestên xwe rave dikim 2019-07-20 09:01:14   Sara Şêx Hesan   ŞEHBA - Zaroka bi navê Kemîliya Henan a ji Efrînê û li Şehbayê bi cih bûye hestên xwe bi gotina stran û xêzkirina wêneyan rave dike. Kemîlayê dibêje:"Ez bi rêya wêneyan û stranan êşa ku me li Efrînê dîtiye tînim ziman û Efrînê di xeyalên xwe de xêz dikim."   Zaroka bi navê Kemîliya Henan a 12 salî, ji Navçeya Bilbilê ya Efrînê di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li Kampa Serdem a Şehbayê bi cih bû. Kemîliya ku bi rêya wêne û staranan berxwedana 58 rojan tîne ziman wiha got:"Piştî ku em ji Efrînê derketin şûnde me qet hêviya xwe ya vegera Efrînê winda nekir. Ez niha di wêneyên xwe de vegera ji bo Efrînê xêz dikim. Stranên Efrînê dibêjim."   'Ez êşa zarokên Efrînê xêz dikim'   Kemîliyayê wiha got:"Ez ji xêzkirina wêneyan gelekî hez dikim. Bi rêya wêneyan gelek tiştî tînim ziman. Ez êşa zarokên Efrînê xêz dikim. Dixwazim di warê xêzkirina wêneyan de xwe bêtir pêş bixim. Dema ku stranan dibêjim jî gelekî kêfa min tê. Çimkî bi stranan jî ez hestên xwe tînim ziman."   'Ez naxwazim zarok bimirin'   Kemîliyayê herî dawî wiha got:"Dema em li Efrînê bûn û balafirên tirk êrîş dikir em gelek ditirsiyan. Niha jî li Efrînê jiyan ne xweş e. Ez naxwazim zarok bimirin. Dema Em ji Efrînê derketin em weke zarok pir xemgîn bûn. Lê em her dem bi hêviya vegera Efrînê dijîn. Em di wê baweriyê de ne ku em ê vegerin welatê xwe û jiyana xwe li wir bidomînin. Ew ê Efrîn ji Erdogan re nemîne."