ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-20 09:00:00   * Zaroka bi navê Kemîliya Henan a ji Efrînê û li Şehbayê bi cih bûye hestên xwe bi gotina stran û xêzkirina wêneyan rave dike. Kemîlayê dibêje:"Ez bi rêya wêneyan û stranan êşa ku me li Efrînê dîtiye tînim ziman û Efrînê di xeyalên xwe de xêz dikim." DÎMEN HEYE   *Ji Rêveberiya Desteya Şûnwaran a Kantona Efrînê Esmahan Ehmed li ser destdirêjiya dewleta Tirk a di derheqê şûnwar û çanda gelê kurd de axivî û got: "Kiryarên dewleta Tirk ên li ser şûnwarên Efrînê berdewam dike. Bi armanca tunekirina dîroka gelê ku bi hezaran salan li ser wê axê niştecîh bûne, êrîş ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin."  DÎMEN HEYE   * Jina bi navê Silava Ararat a ku gotinên pêşiyan berhev kir û wekî pirtûkekê çap kir diyar kir ku divê em her dem li nirxên xwe xwedî derkevin û got:"Her pêşgotinek çîrokeke dewlemend û zanebûneke niha rastiya civakan ji me re derdixe holê. Bi vê yekê em  fêrî rastiya jiyanê û dîrokê jî dibin." DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê bi cih bûne, di derbarê peyam û nameyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nêrînên xwe parve kirin û gotin: "Ji bo azadiya jinan û Rêber Apo mîsoger bibe, em ê her li ber xwe bidin, her tim fikra Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh bigirin." DÎMEN HEYE   * Salîha Aydenîz a HDP’î ji bo mîtînga ku wê di 22’ê Tîrmehê de pêk bê bang kir û wiha got: “Em bawer dikin ku gelên Tirkiyeyê ne bi şer, bi aştiyê dikarin bên cem hev. Em bang li hemû gelê Amedê dikin ku bi hev re bi dengekî xurt daxwaza aştî û demorkasiyê li qadê biqîrin.” DÎMEN HEYE   *Endama Piştevaniya Mor Pelîn Songul Çîçek ligel zêdebûna kuştinên jinan, parastina kujeran, astengiyên li pêş têkoşîna jinan jî bi bîr xist û wiha got: “Wek tabloyekê dertê holê ku ev geşedan hemû bi destên dewletê pêk tên. Çareseriya herî bi bandor ya li dijî şîdetê, zêdebûna rêxistinbûna jinan e.” DÎMEN HEYE   * Li dijî projeya zanîngeha jinan a serokomar, Komelaya Jinên Cumhuriyetê, kampanya îmzeyan da destpêkirin. Seroka Komeleyê Zuhal Of da zanîn ku ev proje li dijî destûra bingehîn e û di rewşa ku bikeve meriyetê wê têkoşîna hiqûqî bidin.   *Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer xebatên piştî qeyûm nirxand û wiha got: “Em hem di asta biryar û hem jî di asta xistina meriyetê ya projeyên xwe de bi gelê Bismilê re tev digerin. Em bang li hemû jinan dikin ku hestiyar tev bigerin û bi me re bixebitin.”   *Hevşaredara HDP’ê ya Hezexê Songul Erden derbarê plan û projeyên xwe ku wê ji bo navçeyê pêk bînin de axivî û got ku wan ji zû ve dest bi kar û xebatan kirine. DÎMEN HEYE   *Seroka Komeleya Parastina Ajalan a Can Dostlar a Qersê Bêrîvan Bugun, ji bo hestiyariya ajalên li kolanan bang li şêniyên Qersê kir. Bêrîvan, got ku divê şîdeta li hemberî ajalan wekî sûc bê dîtin. DÎMEN HEYE   *Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir ku Şoreşa Rojava ya ku ket sala xwe ya 8'emîn bi şikandina zihniyeta mêr a desthilatdar veguheriye şoreşê û  got:"Jinan DAÎŞ têk bir û pêşî li şikandina zayendiya sêyemîn girt. Şoreşa jinê ya ku derket pêş sîstema desthilatdar a netew-dewlet, neo-liberal, rêxistinên îslamî, sîstema deshilatdar a mêr ên ku îflas kirine, teşhîr kir."  DÎMEN HEYE   *Di sala  2014'an de civaka Êzîdî bi fermaneke din re rû bi rû man û cih û warê xwe terikandin, li kampan hatin bicihkirin. Piştî rizgarkirina Şengalê gel niha berê xwe didin cih û warên xwe. Xezal Xelef bi eslê xwe ji gundê Til Ezerê ye û wiha got: "Em bextewar in ku em dîsa vegeriyan warê dapîr û bapîrên xwe." DÎMEN HEYE