Gelê Efrîn û Şehbayê bi meşekê 19'ê Tîrmehê pîroz kirin 2019-07-19 19:57:25   ŞEHBA - Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê meşek ji bo pîrozkirina 19'ê tîrmehê bi dirûşmeya "Bi Rihê 19'ê Tîrmehê em ê faşizimê têk bibin, Efrînê rizgar bikin, xweseriya demokratîk misoger bikin" li rêya Til Sosin li dar xistin.   Bi dirûşmeya "Bi Rihê 19'ê Tîrmehê em ê faşizimê têk bibin, Efrînê rizgar bikin, Xweseriya Demokratîk misoger bikin" Gelê Efrîn û Şehbayê li bi coşek mezin 19'ê Tîrmehê li Kantona Şehbayê pîroz kirin.   Meş ji rêya gundê Til Sosin heya qada Kampa Serdem dewam kir, di meşê de wêneyên pakrewanan û pankarta bi nivîsa "Di 19'ê Tîrmehê de hizir û ramana Netewa Demokratîk şewq da"," Şoreşa 19'ê Tîrmehê Şoreşa Jinê ye" û "Bi 19'ê Tîrmehê em ê bi serkevin” hatin hilgirtin, her wiha gel bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo, Bijî berxwedaniya gelan", "Bê Serok Jiyan nabe" berz kirin.   Piştî meşê deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, hat girtin. Li ser navê Meclîsa Malbetên Şehîdan Şervîn Rifet, Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şîraz Hemo, li ser navê Kongreya Star Hêvî Silêman axivîn. Di axaftinan de 19'ê Tîrmehê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû cangoriyên azadiyê yên ku canê xwe di şoreşa Bakur û Rojhilata Sûriyeyê de feda kirine hat pîrozkirin.   Paşê Tevgera Çand û Huner û Kevena Zêrîn bi rêya stran, şano û govendê 19'ê Tîrmehê pîroz kirin.   Şahî bi dirûşmeya "Bijî wekheviya gelan" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.