Afîşên bi kurdî bi otobûsan ve kirin 2019-07-19 16:04:45     ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê, afîşên bi kurdî yên qeyûm ji ser otobusên şaredariyê rakiribûn, dîsa pê ve kirin.     Qeyûmê ku di 17’ê mijdara 2016’an de tayînê Şaredariya navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat kirin, par nivîs û afîşên kurdî yên li ser otobusên şaredariyê rakiribûn û li şûna wan afîşên tirkî pê ve kiribûn.     Şaredariya Cizîrê, afîşên kurdî yên hatibûn rakirin, dîsa pê ve kirin. Şaredariyê wêneyên Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Celadet Alî Bedirxan û cihên dîrokî yên bajêr Medreseya Sor, Mizgefta Mezin û Birca Belek bi otobusan ve kir. Şaredariyê di heman demê de nivîsa bi kurdî ya “Bajarê Cizîrê dergûşa şaristaniyê ye” li ser afîşên bi otobusan ve kirin nivîsandin.   Şaredariyê di daxuyaniya da de wiha got: “Bi guhertina me kir, me xwest em dîroka bajêr bidin jiyîn û xwedî li dîroka bajarê xwe derkevin.”