Gelê navçeya Qinê dest bi çalakiyên mertalên zindî kir 2019-07-19 14:50:35   KOBANÊ - Gelê navçeya Qinê li gundê Ziyaretê li ser sinorê Bakûrê Kurdistanê bi dirûşmeya "Em axa xwe diparêzin" dest bi çalakiya mertalên zindî kirin.   Di 16'ê mehê de Gelê bajarê Kobanê li dijî gefxwarina dewleta Tirk û zêdekirina çekên giran û leşkeran yên li ser sînor li gundê Qeremoxê ku dikeve Rojhilatê Kobanê dest bi çalakiyên mertalên zindî kirin. Li Qeremoxê sê konên mertalên zindî hatin vedan û îro di roja xwe ya sêyem de didome. Îro jî gelê nevçeya Qinê li gundê Ziyaretê bi dirûşmeya "Em axa xwe diparêzin" du konên mertalên zindî vegirtin. Bi beşdarbûna endamên Kongreya Star, Meclîsa bajêr û navçeyê, Saziyên Civakî, Rêxistinên siyasî, Tevgera Ciwanên Şoreşger û partiya PYD’ê dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Gundê ziyaretê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê dikeve, li pêşberî bajarê Cereblûsê ye. Di navbera gund û sînor de 500 metre heye. Gelê navçeyê ji bo bi awayek ewle bikaribe bijî li ser sînor wê di bin konê mertalên zindî de nobedariya axa xwe bikin. Navçeya Qinê 25 km ji bajarê Kobanê dûr e û dikeve Rojavayê bajêr.   Çalakiya mertalên zindî ya gundê Ziyaretê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.Li ser navê Rêxistina Kongreya Star Endama Rêveberiya Kongreya Star Suat Şêx Demir axivî û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cudî şermezar kir.  Endama Rêveberiya Kongreya Star Suat Şêx Demîr di vegirtina kon de axivî û wiha got: "Em îro di demeke dîrokî de derbas dibin. Îro roja berxwedan û serhildanê ye. Em li vir bi ruh û coşa 19’ê Tîrmehê di binê van konan de hatine gel hev. Me çawa di 19’ê Tîrmeha 2012'an de destihilatdar ji welatê xwe qewirand îro jî em bi heman ruhî û baweriyê nehêlin ku dewleta dagirker welatê me talan û dagir bike. Ev çalakiya me ya li vir, çalakiyek rewa û meşrû ye. Em ê heya dawî axa xwe û sînorên welatê xwe biparêzin."    Suat her dawî bal kişand ser êrîşên li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî û wiha got: "Wekr hûn jî dizanin şevê din saet di 12:00'an de bi şev balafirên dewleta Tirk Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî topbaran kirin û 2 sivîl birîndar bûn. Em li ser navê gelê navçe û bajarê Kobanê şifayê ji wan re dixwazin û em vê êrîşê weke ku êrîşên li ser tevayî Kurdistanê dihesibînin. Em dizanin li ku dibe bila bibe deweleta dagirker dixwaze vîn û baweriya me bişkîne. Lê ji bîra dikin ku em gelekî wisan e ku xwe ji xweliya xwe ji nû ve ava dikin. Em gelên vê herêmê wekhev û demokratîk dijîn. Îro jî di bin van konan de em hemû netew bi hev re welatên xwe diparêzin û em ê bi hev re jî wekhev bijîn. Em di wê baweriyê de ne ku wê vîna gelê me dagirkeriyê têk bibe û em ê bi hev re azad bijîn."   Piştî axaftinan gel dirûşmên "Bijî Serok Apo", " Bimre Îxanet" û "Serkeftin ya Gelê Kurd e" berz kirin.   Çalakiya mertalên zindî wê bê dem bidome.