TJA'yê starta kampanyaya 'Tu jî ji bo azadî û guhertinê rabe ser piyan' da 2019-07-19 13:39:45   AMED - TJA'yê bi beşdarbûna sedan jinan starta kampanyaya "Tu jî ji bo azadî û guhertinê rabe ser piyan" da.    Tevgera Jinên Azad (TJA) îro li dijî şîdeta li ser jinan, kuştinên jinan, îstîsmara zarokan û komkujiya xwezayê li Sumerparka Amedê li Salona Resepsiyonê saet di 12.00’an de kampanya ‘Tu jî ji bo azadî û guhertinê rabe ser piyan’ da destpêkirin. Jinên ku bi cilên xwe yên Kurdî beşdarî daxuyaniyê bûn, bi tililiyan govend gerandin. Jinan dirûşmên "Jin, jiyan, azadî","Bijî Şoreşa Rojava" berz kirin û piştre ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz girtin. Metna daxuyaniyê ya bi Kurdî Bêrîvan Elter, ya bi tirkî jî Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di salvegera Şoreşa Rojava de dayina startê girîng e.    'Berpirsiyariya me ya dîrokî ev e ku em xwedî li vê şoreşê derkevin'    Îro 19ê Tîrmehê salvegera Şoreşa Jinên Rojava ye. Şoreşa Jinên Rojava, bi pêşengiya jinan, bi jinên cîhanê re tecrubeyeke nû ya têkoşînê da jiyandin û ji me hemûyan re nîşan da ku jiyaneke demokratîk û komînal dê çawa bê avakirin. Ji bo vê yekê em di sosyalîzma sedsala 21'emîn de Şoreşa Jinên Rojava wek şoreşa xwe qebûl dikin û li ser hêla enternasyonalbûna vê şoreşa jinan, em vê şoreşê di şoreşa jinên cîhanê de wek xeleka dawî pênasê dikin. Berpirsiyariya me ya dîrokî ev e ku em xwedî li vê şoreşê derkevin, wê berfireh bikin û mezin bikin.    'Em jin li xeteke hevpar a têkoşînê gihaştine hev'   Bi feyza ku em ji Şoreşa Rojava distînin û bi kelepora ku me ji tevgera jinên cîhanê dewir girtiye, em jin li xeteke hevpar a têkoşînê gihaştine hev. Em li dij wan rolan derketin ku modernîteya kapîtalîst li ser bar kiriye, ji bo jin ji nû ve vegere ser rastiya xwe me bi zimanê xwe, bi bîr û baweriya xwe, bi çand û rengên xwe gelek tişt bi ser xistin. Destkeftiyên me her wiha jiyana ku em hêvî dikin bixwe ne. Ji ber vê yekê em hemû êrîşên ku li jiyan û destkeftiyên me tê kirin wek li paradîgmaya me ya Jinên Demokratîk û Ekolojîk hatibe kirin dibînin û em rave dikin ku em ê bi tevahî di nava têkoşînê de bin.    Di pêvajoya çûyî de, me bi gelek jinan re li ser qadên cihê nîqaş kirin, em li ser meseleya jinan axivîn, ji nêrîn û pêşniyazên ku derketin holê û ji encama ku me bi hemû pêkhateyên xwe re nîqaş kirin, wek TJA me biryar da ku em vê yekê wek kampanyayekê li dar bixin. Em radigihînin raya giştî ku em ê bi sernavê “Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan ” kampanyaya xwe berdewam bikin.    'Em ê bêdeng nemînin'   Îro pergala kapîtalîst a mêran e, ji bo feraseta xwe ya netew-dewletê li ser piyan bihêle û jîndar bike hemû polîtîkayên xwe yên qirêj ên şer dide meşandin. Em pir baş dizanin ku forma netew-dewletê a pergala kapîtalîst, ji civakan re ne jiyaneke nû pêşkêş dike û ne jî hêviya siyaseteke nû dide civakan. Berovajî vê, Rojhilata Navîn dixe nava kaosekê û li ser vê jî dixwaze xwe jîndar bike. Ji bo vêya jî, êrîş li hebûn, ziman, çand û baweriyên civakan dike, dewlemendiya civakên Rojhilata Navîn, ji bo xwe wek xenîmet dibîne û feraseta talankeriyê berbelav dike. Em jin, van êrîşan wek li nirx û pergala me jinan hatibe kirin dibînin û em ê bêdeng nemînin.    'Em jiyana li ser erdê xwe esas digirin'    Li vî welatî û li ser vê erdnîgariyê, ji aliyê pergala mêrane ve rolên zayendiya civakî yên newekhev di her qada jiyanê de dixwazin jinê bikin koleyên mêran. Bi baweriya jiyaneke nû em ê guherîn û veguherînê di vê kampanyayê de bihewînin. Têkoşîna ku heta niha me li hember feraseta mêrane dida, di vê kampanyayê de em ê çalaktir bikin. Li hember feraseta mêrane ya mîlîtarîst, zayendperest û netewperest ku hêza xwe ji şer, talan û xespê distîne û koçberiyê li me ferz dike, em jin em li ser aştiyeke bi rûmet israr dikin, em erdnîgariya xwe naterikînin û qadên xwe yên jiyanê diparêzin. Em jiyana li ser erdê xwe esas digirin.    'Jinên penaber û koçber ji bo ku bigihîjin jiyaneke bi rûmet û pêşerojeke ewle em ê tê bikoşin'    Tu ewlehiya civakî ya jinên penaber û koçber tune ye û îro li kolanan tên qetilkirin û tên îstîsmarkirin, sermaye wan wek hêza kar a erzan dixebitîne û wan mecbûrî fuhûşê dike. Em ji vir careke din diyar dikin ku li paş van êrîşên li penaber û koçberan, nemeşandina zagonên penaber û koçberan hene, peymanên ku hatin destnîşankirin nehatin bicîhanîn. Bi armanca piştevaniya jin û zarokên penaber û koçber, ji bo ku ew li ciyên ewle bimînin û bi biryar û xwesteka xwe vegerin qada xwe ya jiyanê em ê xebatên xwe berfireh bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Careke din em diyar dikin ku ev pirsgirêkên hanê ji ber polîtîkayên mîlîtarîst û şerperest in. Di pêvajoya çûyî de ji ber feraseta mîlîtarîst û şerperest, em giş bûn şahidên sûcên mirovahiyê. Dayika Taybet ku meytê wê heft rojan li kolanê ma, Cemile Çağırgaya ku meytê wê di sarincê de hat parastin, Şule Çet û gelek jinên din hatin qetilkirin û em dizanin ku ev hemû qetlîam ji ber vê feraseta qirêj e. Pergalên mêrane bi polîtîkayên xwe yên mîlîtarîst dixwaze netewperestiyê belav bike û faşîzmê li me ferz bike.    'Cîhana me dimire, em cîhana xwe zindî bikin'   Pergala ku ji jinan re qadên jiyanê nehiştine, dixwaze qadên jiyanê bike beton, bi mêzîna xwezayê  re dilîze û mîrata çandî û dîrokî di bin avê de dihêle û bi vî awayî dixwaze pergala xwezayê serobino bike. Li hember vê pergala ku qada bêhnstendinê nehiştiye û hemû xwezayê ji bo sermayeyê wek rant dibîne, em jin em ê li qadên hevpar ên têkoşînê bên bal hev û tarûmarkirin û betonkirina xwezayê bisekinînin. Em êrîşên li jinan îdeolojîk û polîtîk dibînin. Em diyar dikin ku em ê jî li hember van êrîşan îdeolojîk û polîtîk tev bigerin!Lewma em ê bi hêza xwe ya birêxistin li hemû qadan li hember  îstîsmarkirina zarokan, tundî û qetilkirina jinan bertekeke hevpar nîşan bidin! Li hember polîtîkayên tundperest ên ku li hemû qadên jiyanê tên meşandin, pêkanîna parastina xweyî ya jinan ne sûc e, li hember polîtîkayên kêm ên dewletê parastina xweyî ji bo me jinan mafeke sereke ye. Îro gelek jin hatine cezakirin ji ber ku li hember tundiyê parastina xweyî pêk anîne. Em diyar dikin ku li hember êrîşên ku li mafê me yê jiyanê hatiye kirin hewce ye em parastina xwe bikin û em ê vêya li her derê bînin rojevê.    'Polîtîkayên bêcezatiyê, pêşiya tundiya li jinan vedike'   Polîtîkayên bêcezatiyê, pêşiya tundiya li jinan vedike û ev rewş bi destê desthilatdaran tê meşrûkirin. Ji ber vê yekê tundiya li jinan, ji tundiya dewletê cudatir nîne. Li hember polîtîkayên mêrperest ku jinan wek hêza kar a erzan dibînin, laşê jinan wek sermaye bi kar tînin û zorê didin jinan ku fuhûşê bikin, em jin em ê li kolanan, li qadan û li kargehan dengê xwe xurtir û bihêztir bilind bikin. Bi hêza xwe ya birêxistin û bi baweriya xwe ya azadiyê em ê bi vê kampanyayê pêşî li tundiya li jinan bigirin. Em jinên ku di malan de tên hepskirin û ji qada civakî tên dûrxistin, li hemû qadên jiyanê xeta xwe ya birêxistin a veguherîn û azadiyê pêş bixin. Em ê qebûl nekin kesên ku zarokan îstîsmar dikin di nava civakê de bi rehetî bigerin û ceza nestînin. Em ê li ser vê yekê li hember tundiyê bisekinin û ji bo verastkirinên fermî jî tê bikoşin.     'Hêza pêşeng a vê stratejiyê jin e'   Li vî welatî li ser maf û azadiyên sereke qetlîam tê kirin. Mînaka herî mezin a vê bêhiqûqiyê em di tecrîda li ser Birêz Ocalan de dibînin ku li ser şexsê wî li hemû civakê tê kirin. Jixwe hemû bêhiqûqiya ku li me tê kirin ji tecrîdê tê. Elbet ev bêhiqûqî tenê ne ji bo me ye, hemû qadên civakê girtiye nav xwe. Dixwaze karmendan, karkeran, xwendekaran, kesên ku aştiyê dixwazin, jinan, zarokan, bi kurtasî dixwaze her kesî bigire nav xwe. Lewma di kampanyayê de em diyar dikin ku em ê li hember van bêhiqûqiyan bêdeng nemînin, li kolanan, li kargehan, li meclîsê, li taxan ji bo aştiyê ava bikin em ê stratejiya rêya sêyemîn bingeh bigirin. Hêza pêşeng a vê stratejiyê jin e.    Kampanyaya ku me îro da destpêkirin, dê heta dawiya meha Kanûnê berdewam bike.    Di kampanyaya me de;    *Em ê modernîteya kapîtalîst rexne bikin.    *Ji bo mêr biguherin û veguherin em ê çalakiyên hişmedkirinê li dar bixin.    *Ji bo pirsgirêkên ku ji ber dagirkerî, koçberî û şer derketine holê plansaziyeke piralî bikin.    *Li hember êrîşên li jinan em ê hewl bidin ku parastina jinan bandorker bikin.    *Di temamê meha Mijdarê de ji bo têkoşîna bi tundiya li jinan re em ê çalakiyan li dar bixin.    *Di temamê meha Kanûnê de ji bo mafên mirovan li hember bêhiqûqiyê, bi taybetî jî bêhiqûqiya li girtiyên siyasî yên jin em ê kampanyayeke birêxistin li dar bixin.     *Em ê li kolanan stranên azadiyê bistrên.    *Em ê tarûmarkirina ekolojîk bisekinînin.    *Em ê kincê kar li xwe bikin û nobedê bistînin.    *Em ê bi zimanê xwe hefte û bernameyên çandî li dar bixin.    *Em ê bi platformên jinan re hevkarî bikin û ji bo qadên jinan ên jiyanê vebin plansaziyan çêkin.    *Ji bo vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku li derdora vê kampanyayê bibin yek.    *Em ê tev bi hev re bibêjin; Jiyan bi rengê jinan xweş e. Jin, Jiyan, Azadî.Jin Jiyan e, Jiyanê Nekuje.   Herî dawî hemû jinan bi hev re wêne kişandin û bi dirûşme û gerandina govendê daxuyanî bi dawî bû.