Rêxistina Kongreya Star a Efrînê bi jinan re civînek li dar xist 2019-07-19 11:26:24   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrînê civînek ji bo rewşa siyasî û rewşa jinê li Şehbayê li dar xist.   Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star civînek li  Kantona Efrînê li Şehbayê, nêzî  155 jin ji Endamên Kongreya Star, Endamên Rêveberiya Xweseriya demokratîk, Endamên Meclîsa Kantona Efrînê civîn li dar xistin. Di civînê de rewşa siyasî û rewşa jinê ya li Şehbayê hat nirxandin.   Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo hemû cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Endama Koordinasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Zelal Xebat civîn bi rê ve bir. Jinên ku beşdarî civînê bûne nerênên xwe parve kirin.   'Em ê bi rêxistina xwe bibin bersiva li hember planên dijmin'   Berdevka Koordinasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Eyşe Xezine li ser armanca civînê axivî û wiha got: "Encama nîqaşên ku bi jinan re hatiye kirin bi civînekê me xwest em parve bikin. Ji bo rewşa jinan û rêxistinên wan li Şehbayê, ji ber em di rewşek hesas de dijîn divê em her dem di nava hewldana têkoşînê de bin. Armanca me ew e ku em pirsgirêkên jinê çareser bikin ji ber ku her dem dijmin planên xwe li ser jinan dimeşînin. Em ê jî bi rêxistina xwe bibin bersiva li hember planên dijmin."   'Sekna me li Şehbayê ji bo jiyanek rûmet e'   Hevseroka Desteya Maliyê ya Herêma Efrînê Fatma Lekto ya tevlî civînê bûye axivî û wiha got: "Ji bo em bibin bersiv ji pilanên dewleta Tirkiyê re me civînek ji bo rêxistina jinê li darxist. Em jin sekina me û rêxistina me li Şehbayê tê wateya ne razîbûnek li hember dagirkeriya Efrînê. Sekna me li Şehbayê ji bo jiyanek rûmet e."   'Armanca Dewleta Tirk ew e Gelê kurd qir bike'   Di dawiya axaftina xwe de Fatmayê wiha got:"Armanca Dewleta Tirk li Efrînê ew e ku Gelê Kurd qir bike, lê sekna me li Şehbayê bû bersiv ku tu kes bi hêza gelê kurd nikare. Em jin tu carî Efrînê ji bîr nakin û em ê bi hev re alîkar bin heta em vegera Efrînê misoger dikin."   'Her dem bi rêya jinan dixwazin civakê tune bikin'   Endama Komîteya Jinê ya Meclîsa Kantona Efrînê Bêrîvan Hisên li ser planên dewleta Tirk axivî  û got: "Ji bo pirsgirêkên ku derdikevin ev civîn hat lidarxistin. Ji ber ku dijmin bi rêya jinan dixwaze civakê tune bike. Lê em jinên Efrînê bi fikra Serok Apo pirsgirêkan çareser dikin û bi sekina me û berxwedana me em ê bigihêjin Efrînê."