'Divê hevgirtina gelan bê parastin' 2019-07-19 10:22:02   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Rojnemevan û Parêzer Siruc Helebçe çû serdana çalakiya mertalên Zindî ya Gelê Kobanê ku li dijî gefxwarin û kiryarên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabû destpêkirin. Siruc got: "Ji ber dagirkeriya Dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê gelek kesî jiyana xwe ji dest da. Divê hukumeta Başûr û ya Iraqê li dijî gefên dewleta tirk bêng nemîne. Her wiha divê gel, axa xwe biparêze û li dijî gefan serî netewîne. "   Dewleta Tirk çend roj in li ser sînorên di navbera Bakur û Rojava de liv û tevgera xwe zêde kiriye. Artêşa Tirk li sînorên pêşberî Kantona Girê Spî, Gundê Qeremox yê li Rojhilatê Kobanê, Gundê Şêxler yê li Rojavayê Kobanê, Amûdê û Serêkaniyê leşker û çekên xwe yên giran zêde kirine. Loma Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî van gefan çalakiyên mertalên zindî dane destpêkirin. Li Kantona Girê Spî li taxa Munbetih ya li hember sînor çalakiya bê dem ev 3 roj in dest pê kiriye. Her wiha li Kantona Kobanê jî li gundê Qeremox yê di navbera Girê Spî û Kobanê de jî ev 3 roj in heman çalakî hatiye destpêkirin.   Dewleta Tirk dixwazin ku carek din li herêmên Kurdistanê çanda dewleta Osmaniyan bidin meşandin. Li rex gefên Artêşa Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev demeke ku leşkerên xwe li Başûrê Kurdistanê jî bi cih kirine û li dijî gelê herêmê êrîşên hewayî û yên bi çekên giran pêk tînin. Duh di saetên şev de balafirên şer ên dewleta Tirk gundên Zargelê, Pirdeşal, Geliyê Bedran û çiyayê Bêrmeke yên Binarê Qendîlê bombebaran kirin, her wiha îro jî bi hawan û doçkeyan nêzî gundê Bermizê yê qada Bradostê yê li navçeya Sîdekan a Hewlêrê û çiyayê Tekîn jî xist, bi heman rengî gundê Xêlifan ê herêma Bradostê bombebaran kiribû. Li hember van êrîşan ciwanên Başûrê Kurdistanê li Herêma Bradostê û Qendîlê çalakiyên mertalên zindî dan destpêkirin.   Di roja 3'yemîn ya çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê de Rojnemevan û Parêzer Siruc Helebçe ku ji Bajarê Helebçe yê Başûrê Kurdistanê ye serdana konê çalakiyê kir û axivî.   'Çalakiyên mertalên zindî bersiva îxaneta li dijî Gelê Kurd e'   Sirucê di destpêkê de silavên Gelê Başûrê Kurdistanê ji bo Kobanê parve kir û wiha got: "Min silavên berxwedan, azadî, biryardarî û serbestiyê ji Başûrê Kurdistanê ji bo gelê Kobanê bi xwe re aniye. Serokê me yê hêja Qazî Mihmed dibêje, Kurdistan yek parçe ye û tu carî nabe çar parçe. Hatina min a  Kobanê û tevlîbûna çalakiya mertalên zindî ji bajarê hezaran şehîdên Helebçeyê serbilindiyeke mezin e. Silavên Dayikên Helebçe, Germiyan û tevahî Başûrê Kurdistanê ji bo Kobanê hene ku çalakiya îro hatiye li darxistin li hember xiyaneta ku bû sedema şehadeta têkoşerê mezin Diyar Xerîb bersiv e."   'Divê bajarê şehîdan Kobanê were parastin'   Sirucê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku têkbirina dagirkeriya erka hemû gelê Kurd e û got: "Îro kêfxweşiya herî mezin ku zarok, ciwan, kal, pîr û jin li dijî faşîzim û dagirkeriya dewleta Tirk di nav tevgerê de ne. Lidarxistina van çalakiyan erkek mezin e, loma divê hemû Gelê Kurd cihê xwe di nav de bigirin. Dema ku Kobanê rizgar bû ez dîsa hatim Kobanê, hemû tax, kolan û mal bi xwîna têkoşerên azadiyê hatibûn avdan. Ji ber vê jî divê em tu carî wê qehremanî û fedayîtî ji bîr nekin, divê hemû dayikên Kobanê zarokên xwe li ser vê mîrasê mezin bikin."   'Divê hevgirtina gelan bê parastin'   Siruc Helebçe herî dawî hêviya xwe anî ziman û wiha got: "Hêvî û daxwaza min ew e ku hemû dayik û bavên me bi îradeyek xurt li dijî dagirkeriyê bisekinin û ji xwe divê mijarê de baweriya me xurt e. Li Başûrê Kurdistanê rojane bi destên dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan û hikûmeta Başûr em şehîdan didin. Em naxwazin ku ev rewş derbasî Rojavayê Kurdistanê jî bibe û ev parçe jî were dagirkirin. Em naxwazin tu parçeyê Kurdistanê bê dagirkirin. Loma divê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtina xwe biparêzin, çalakiyên xwe berdewam bikin da ku rê li pêşiya dagirkeriyê bigirin."