Ji TJA’yê kampanya ‘Ji bo azadî û guhertinê tu jî rabe ser piyan’ 2019-07-19 09:12:02   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Boga der barê kampanya ku bi pêşengiya TJA’yê ya bi dirûşma ‘Tu jî j bo azadî û guhertinê rabe ser piyan’ de axivî û got jin azad nebe civak jî azad nabe û bang li hemû jinan kir ku tevlî kampanyayê bibin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) îro li dijî şîdeta li ser jinan, kuştinên jinan, îstîsmara zarokan û komkujiya xwezayê li Sumerparka Amedê li Salona Resepsiyonê saet di 12.00’an de kampanya ‘Tu jî ji bo azadî û guhertinê rabe ser piyan’ kampanyayê dide destpêkirin Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Boga der barê kampanyayê de axivî.   Zeynebê daxuyakirin ku li dijî şîdet û taciza li ser jin û zarokan rêxistinbûn girîng e û wiha got: "Ev 80 sal in em têdikoşin. Tevgera Jinên Kurd hem di têkoşîna neteweyî hem jî di têkoşîna jinê de cihê xwe girtiye û bûne pêşengên têkoşînê. Em vê têkoşînê ji îro şûnde jî dimeşînin. Ger jin bê qetilkirin, tacîzkirin û keda wan bê binpêkirin wê civak jî vê bijî. Ji ber jin azad nebe civak jî azd nabe.”   ‘Jin ji aliyê zîhniyetekê ve tên qetilkirin’   Zeynebê destnîşan kir ku li dijî qetikirina xwezayê, îstîsmara zarokan, qetikirina jinan divê civak bêdeng nemîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li welat demokrasî tunebe, civak ne azad be, qanûn pêk neyên komkujî û tecawiz jî wê pêkan bin. Ev bandorê li hev dikin. Li dijî van di dîrokên cuda de kampanyayên me çêbûn. Em îro jî li dijî van hewcedariya parastina cewherî diparêzin. Jin tenê ji aliyê bav, hevjîn, destgirtiyên wan ve nayên qetilkirin. Di esasê de ji aliyê zîhniyetekê ve tên qetilkirin.”   Starta wê li Sumerparqê tê dayîn   Zeynebê diyar kir ku ‘Em xwe bi rêxistin bikin, azad bikin’ û wiha dawî lê anî: “Divê em li her derê li dijî tacîzê dengê xwe derbixin. Di vê çarçoveyê de em ê têkoşînê biser bixin. Em li 5 herêmê kampanyayê didin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de em xwe rêxistin bikin, wê parastineke cewherî hebe. Li Marmara, Çukurova, Amed, Serhat û Egeyê wê kampanya me hebe. Em ê li Sumerparqê li salona Resepsiyonê starta kampanyayê bidin. Em bang li hemû jinên Amedê dikin. Divê bi cil û bergên gelerî bên. Divê hemû jin di xebatan de jî cih bigirin.”