Ji bo mîtîngê bang: Em bang li hemû gel dikin ku qêrîna aştiyê bilind bikin 2019-07-19 09:08:28   AMED - Hevşaredara HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik diyar kir ku wan ji bo mîtînga HDP’ê ya bi dirûşma ‘Li dijî şer çareseriya demokratîk’ dest bi xebatan kirine û wiha got: “Em hemû gelê Amedê û bi taybet jî jinan vexwendiyê qada mîtîngê dikin ku bi rengên xwe qêrîna aştiyê bilind bikin.”   Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 22’ê Tîrmehê de bi dirûşma ‘Li dijî şer çareseriya demokartîk’ wê mîtîngê pêk bîne. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik da zanîn ku wê di mîtîngê de îtîrazên xwe yê li hember şer bînin ziman û hemû gel vexwendiyê mîtîngê kirin.   Hulyayê destnîşan kir ku Komara Tirkiyeyê dem bi dem hewldanên ji bo çareseriya Kurd kiriye û got pêvajoyên ku dem bi dem bi ling bûne û ketine jiyanê berdewam nekiriye. Hulyayê wiha got: “Di 2015’an de maseyeke ku qulipî hebû. Bloka AKP-MHP’ê ji ser HDP’ê û avabûnên siyasî yên Kurd ket hewldana têk birinê û bidawîkirina nirxên hatine qezenckirin. Di hilbijartinên 24’ê Hezîran û 31’ê Adarê de jî derket holê ku tevgera siyasî ya Kurd hîna di siyaseta Tirkiyeyê de roleke cidî dilîze.”   ‘Mijara Kurd bi diyalogê dikare bê çareserkirin’   Hulyayê da zanîn ku li hemû cîhanê têkoşînên çekdarî û şer hatine jiyîn û her carê jî mijar li ser maseyê hatiye axaftin. Hulyayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî her tim li gorî berjewendiyên gelan pêk hatine. Hemû cerebandinên cîhanê derdixe holê ku mijara Kurd ancax bi diyalogê dikare bê çareserkirin. Ev jî wê ji bo berjwendiya Tirkiyeyê be.”   ‘Em ê daxwazên xwe li qada mîtîngê bînin ziman’   Hulyayê her wiha da zanîn ku ew ê di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bi israr bin û wiha got: “Di vî alî de em ê di 22’ê Tîrmehê de li Qada îstasyonê bên cem hev. Em ê bêjin ku em di aştiyê de bi israr in. Em ê daxwaz û pêşniyarên xwe îfade bikin. Em hemû gelê xwe vexwendiyê qadê dikin ku qêrîna aştiyê bilind bikin.”