'Jinê di şoreşê de roleke sereke lîst' 2019-07-19 09:04:26   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Endamên Kongreya Star ên Kantona Efrînê derbarê mijara Şoreşa 19'ê Tîrmehê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Di şoreşa Rojava de jinan gavên serkeftî avêtin, ji ber vê şoreş bi jinê hat naskirin û jinan ji bo zihiniyeta 5000 salî ya baviksalarî hilweşînin ketin nava têkoşînek mezin."    Di 19'ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û jinên kurd bûn pêşengên şoreşê û rola xwe ya sereke lîstin. Ji bo şikandina zihniyeta baviksalarî ya ku koletî li ser jinê ferz dikir, Şoreşa Rojava gavek girîng bû. Jina kurd di dema şoreşê de bi nasnameya xwe, bi rengê xwe  şoreş bi rê ve bir û hemû jinên bindest himêz kirin. Ji bo avakirina civakek azad û demokratîk di her qadekê de jinê rola xwe lîst. Têkildarî mijarê endamên Kongreya Star ên Kantona Efrînê nêrînên xwe parve kirin.   'Jinê di şoreşê de roleke sereke lîst'   Endama Koordinisiyona Kongreya Star a Navçeya Ehdasê, Hesna Hesen li ser rola jinê ya di Şoreşa Rojava de axivî û wiha got: "Jinan roleke sereke di hundirê şoreşê de lîst û di destpêka şoreşê de jinan xwe perwerde û bi rêxistin kirin ji bo tevahî civakê azad bikin. Jinan bi fikrê Serok Apo pirsgirêkên civakê çareser kirin û civak zane kirin, şoreşên ku jinê rola xwe tê de ne lîstin bi ser ketin. Civak bi jinan tê naskirin, ji ber vê yekê jin û ciwan rolên xwe yên sereke lîstin û pêşketinên civakî siyasî leşkerî bi dest xistin û fikra Neteweya Demokratîk bi gelên li herêmê dan nasîn. Wek Kongreya Star em dikarin berpirsiyartiya hemû jinên cîhanê bikin, ji ber vê yekê Rêber Abdullah Ocalan şoreşa Rojava diyarî hemû jinan kir."   'Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye'   Her wiha Endama Koordînasyona Kongreya Star a Navçeya Ehdas Gulê Muhemed li ser şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê nasîn wiha got:"Di şoreşa Rojava de jinan gavên serkeftî avêtin, ji ber vê şoreş bi jinê hat naskirin û jinan zihiniyeta 5000 sal ku li ser wan hatiye ferzkirin şikandin. Jin bingeha civakê ye, ji ber ku civakê bi xwe re perwerde dike û bi ax û welatê xwe ve girêdayî ye. Jin di destpêka dîrokê de heta roja îro her tim bi aştiyê bang dike û tev digere. Jinan canê xwe feda kirin ji bo ev şoreş bi ser keve û azadiya Serok Apo û civaka xwe mîsoger bikin."   'Bi rihê 19 'ê Tîrmehê azadiya Serok Apo û rizgarkirina Efrînê em ê mîsoger bikin'   Endama Kongreya Star Zozan Mustefa jî derbarê Şoreşa 19'ê Tîrmehê de wiha got: "Jinan berî her tiştî li ser fikirê Serok Apo fikirê Netewa Demokratîk xwe perwerde kirin ji bo serketina şoreşê. Jinên kurd bi fikirê azad DAÎŞ tune kirin û bi bin xistin. Di berxwedana Efrînê de jî jinan xwe îsbat kirin û daketin qadan ji bo parastina axa xwe. Ji ber ku jin bê zarok dikare bijîn lê bê ax û welat nikare bijîn. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo aştî û azadiyê bû çavkanî. Di dema dawî de jî Meclîsên jinê li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê hat avakirin. Bi rihê 19'ê Tîrmehê em ê azadiya Serok Apo û rizgarkirina Efrînê mîsoger bikin."