'Em bi hêvî ne Efrîn dê were rizgarkirin' 2019-07-19 09:01:16   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Jina bi navê M.X a ku ji ber kiryarên Dewleta Tirk ji Efrînê berê xwe da Kantona Şehbayê got: "Her dem kiryarên dewleta Tirk li ser gelê sivîl didome, jiyan li Efrînê bûye dojeh."   Di 20'ê Çileyê 2018’an de Dewleta Tirk bi çekên xwe yên giran êrîşê Efrînê kir û piştî berxwedana gelê Efrînê ya 58 rojan, Dewleta Tirk û komên girêdayî wê di 18'ê Adara 2018’an de ketin Efrînê. Jina bi navê M.X  a ku 43 salî ye û xwediyê 5 zarokan e li Efrînê ji ber kiryarên dewleta Tirk reviya û berê xwe da Kantona Şehbayê. M.X tiştên ku li Efrînê rû dide parve kir.    'Dewleta Tirk li Efrînê guhartina demografîk  çêdike'   M.X di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li Efrînê guhertina demografîk çêdibe û wiha got: "Li Efrînê kiryarên dewleta Tirk didome, bi taybet li ser jin û xwezayê. Her wiha guhartina demokrafîk weke guhertina navê gundan û ferzkirina fêrbûna zimanê Tirkî li ser gel tê meşandin. Dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wê xwezaya Efrînê dişewitînin. Di heman demê de malbatên çeteyan li Efrînê bi cih dikin."   'Armanca dewleta Tirk qirkirina Gelê Kurd e'   M.X di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser qirkirina çanda Gelê Kurd û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk ew e ku çanda Gelê Kurd qir bike, êdî dest bi talankirin û dizîkirina şûnwarên Efrînê dike, ev şûnwarên ku bi hezaran salan hene û gelek kevnar in niha bi destê dewleta Tirk tê talankirin û firotin. Sazî û dezgehên navneteweyî li dijî vê yekê hîn bêdeng in. Ew jî dibin hevparên vî sûcî."   'Em bi hêvî ne Efrîn dê were rizgarkirin'   M.X herî dawî wiha got: "Gelê ku li Efrînê mane heviya wan ew e ku em Efrîn bêr rizgarkirin. Banga me ji hemû dewletên Navnetewî re hene ku li hember kiryarên dewleta Tirk bêdeng nemînin."