ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2019'AN 2019-07-19 09:00:00   * Jina bi navê M.X a ku ji ber kiryarên Dewleta Tirk ji Efrînê berê xwe da Kantona Şehbayê got: "Her dem kiryarên dewleta Tirk li ser gelê sivîl didome, jiyan li Efrînê bûye dojeh."   *Jinên Ereb ên ji Herêma Firatê bi wesîleya salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê di sala 7'emîn de, di derbarê bandora şoreşa 19'ê Tîrmehê de gotin: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji jinên Ereb re bû palpişt, enerjiya me ya veşartî derxiste holê û li hember zihniyeta baviksalarî ku jin hedef digirt bû alternatîfa rizgariyê." DÎMEN HEYE   *Endama Partiya Sûriyeyê ya Pêşeroj a şaxa Şehbayê Îman Elî derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava de axivî. Îmanê got: "Dewleta Tirk bi avakirina herêmên Ewle dixwaze hem axa Başûrê Kurdistanê hem jî ya Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê dagir bike. Ji bo hêza dewleta tirk kêm bibe, di vir helwesta yekîtiya Gelê Kurd girîng e. Ji bo hêza hişmendiya dagirker kêm bibe, helwesta yekîtiya Gelê Kurd girîng e." DÎMEN HEYE   *Endamên Kongreya Star ên Kantona Efrînê derbarê mijara Şoreşa 19'ê Tîrmehê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Di şoreşa Rojava de jinan gavên serkeftî avêtin, ji ber vê şoreş bi jinê hat naskirin û jinan ji bo zihiniyeta 5000 salî ya baviksalarî hilweşînin ketin nava têkoşînek mezin." DÎMEN HEYE   *Berdevka Têkiliyên Diplomasî ya Kongreya Star a Rojava Nejbîr Teyar derbarê salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de nirxandin kir. Nejbîr bal kişand ser berxwedan û rola jinê û got: "Jina Kurd li seranserî cîhanê bû sembola azadîxwazan. 19’ê Tîrmehê çirûska berxwedanê ye. Jina Kurd pêşengiya vê berxwedanê kir." DÎMEN HEYE   *Abdulkadîr Baybar yê ji doza Nisêbînê girtiye salek û 3 mehe li girtîgeha Osmaniyê di hucreyê de tê girtin. Dayika wî Resmiye Bayrbars bang li rêxistinên mafê mirovan û parêzeran kir û da zanîn ku kurê wê di bin îşkenceyê de ye, tu kes nabîne û divê demildest tiştek bê kirin. DÎMEN HEYE   *Nexweşiya diyabetê li gorî daneyên federasyona Diyabetê ya Navnetweyî ji sedî 9 tê dîtin û ger di bin kontrolê de jî neyê girtin rê li ber jiyanek bê kalîte û mirinê jî vedike. Li gorî xebatan di 2040’î de wê 642 mîlyon kes bi nexweşiya diyabetê bikevin û birînên lingan yên ji ber diyabetê jî dertên holê dibe sedemên cidî.   * Jinan bertek nîşanî operasyona TSK'ê ya bi navê "Pençe" dan û bal kişandin ser bêdengiya hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê. Jinan destnîşan kir ku divê Barzanî nebe hevkarê vî şer ê. DÎMEN HEYE   *Hevşaredara HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik diyar kir ku wan ji bo mîtînga HDP’ê ya bi dirûşma ‘Li dijî şer çareseriya demokratîk’ dest bi xebatan kirine û wiha got: “Em hemû gelê Amedê û bi taybet jî jinan vexwendiyê qada mîtîngê dikin ku bi rengên xwe qêrîna aştiyê bilind bikin.”DÎMEN HEYE   *Rûniştina rojnameger Kîbriye Evren ya duh hat dîtin taloqî dîrokek din hat kirin û rûniştin heta dawî di bin nezareta polîsan de hat kirin. Di rûniştina ku di şexsê Kîbriyeyê de pîşeya rojnamegeriyê hat darizandin de, Kîbriyeyê berata xwe xwest. Kîbriyeyê carek din diyar kir ku rojnemgerî ne sûc e û me hevpîşeyên wê jî di bin çavdêriya polîsan de şahidiya vê kir.   *Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Boga der barê kampanya ku bi pêşengiya TJA’yê ya bi dirûşma ‘Tu jî j bo azadî û demokrasiyê rabe ser piyan’ de axivî û got jin azad nebe civak jî azad nabe û bang li hemû jinan kir ku tevlî kampanyayê bibin. DÎMEN HEYE   *Qeyûmê Şaredariya Cizîrê ku avahiya Şaredariyê dewrî Qeymeqamtiyê kir, derket holê ku gelek malê tê barkirin yê şaredariyê jî hîbeyî Midûriyeta Perwerdehiya Mîllî, Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û Muftîtiya Navçeyê kiriye.