Çalakiya mertalên zindî li Kobanê di roja 2'yemîn de didome 2019-07-18 15:27:04   Berçem Cûdî   KOBANÊ- Jinên ji Kobanê ku beşdarî Çalakiya mertalên zindî ya li dijî gefxwarin û kiryarên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bûne gotin: "Em ji bo parastina axa xwe her tim amede ne, welatekî ku bi hezaran kes di oxira rizgarkirina wê de canê xwe feda kirine, wê kes nikaribe destên xwe bidê."   Çalakiya Mertalên zindî ya Gelê Kobanê ku di bin dirûşmeya "Em welatê xwe diparêzin" li dijî tehdîd û gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hat lidarxistin, di roja xwe ya 2'yemîn de didome. Konê mertalan li gundê Qeremox yê li Rojhilatê Kobanê ku li pêşberî sînorê di navbera Kantona Kobanê û Girê Spî de ye hatiye vedan.    Di qada çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Ji dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst a li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê re na", " Tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin netewa demokratîk ava bikin", her wiha posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star, Meclîsa Jinên Sûrîyeyê, Saziya Malbatên Şehîdan û Yekîneyên Parastina Jin hatin hilgirtin.   Di roja duyemîn de bi dehan ji şênî û Saziyên navçeya Şêranê ji Kongreya Star, Meclîsa herêmê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Jinên Sûrîyeyê bi dirûşmeyên "Faşîzma Erdogan ew ê têk biçe" û "Berxwedan jiyan e" ew ê nobeta 24 saetan bigirin.   Di çarçoveya roja yekemîn û duyemîn ya çalakiyê de jinên ku wekî mertalên zindî li dijî gefên dewleta Tirk  kom bûn nêrînên xwe parve kirin.   'Axa me welatê me ye, em dest jê bernadin'   Temra Nasan ku bi xwe ji gundê Qeremoxe ye diyar kir ku êrîşên Artêşa Tirk her tim li ser gund hene, lê dîsa jî  dest ji gundê xwe berdanadin û wiha got: "Çalakiya me ya îro li dijî desthilatdariya dewleta Tirk e ku her tim li dijî Gelê Kurd kiryarên xwe yên hovane pêk tîne. Êrîşên Artêşa Tirk her tim li ser gund hene, ji ber vê jî cotkar nikarin zeviyên xwe yên li rex sînor biçînin. Her wiha zarok ango gundî dema ku nêzî sînor dibin leşker guleyan bera wan dide. Dewleta Tirk di axa me de êrîşî me dike, lê em ê li hember van gefan bêdeng nemînin, me ewqas têkoşerên azadiyê di oxira rizgarkirina vê axê de daye, heger pêwîst jî bike em ê dîsa jî bidin. Ev ax welatê me ye lewra em ê tucarî dest jê bernedin, ji ber vê jî ew çiqas êrîş dike bila bike em ê bejna xwe netewînin."   'Em ê weke jin li dijî kiryarên dagirkeriyê têbikoşin'   Endama Meclîa Jinên Sûriyê Xûnav Ebdo jî wiha nêrîna xwe anî ziman: "Gelê Kobanê îro li gundê Qeremoxê kom bûne da ku nerazîbûna xwe li hember gefên dewleta Tirk nîşan bidin. Ji ber vê jî em dibêjin ev tehdîd wê weke her car ew jî vala derkevin. Bi taybet jî weke jin em ê li dijî kiryarên dagirkeran têbikoşin, bajarê xwe biparêzin û heta ku pêwîst be jî em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Tirkiye dixwaze bi van gefan atmosfereke tirsê ava bike, lê pilanên wan ew ê  bi ser nekevin ji ber ku gelê me di zanebûna siyaseta wan de ne."   'Em amede ne axa xwe biparêzin'   Herî dawî jina ciwan Macîde Hesûn got ku pêwîst bike wê sînoran jî hilweşînin da ku axa wan dagir nebe û got: "Îro em nerazibûyina xwe weke ciwan, kal, pîr û zarok jî bi rengekî zindî û israr li pêşbirî sînorên dewleta Tirk ya dagirker helwesta xwe ya ne qebûlkirina wan nîşan didin. Coş û îradeya gelê me di astên herî bilinde ye, ji ber vê jî heger şerekî nû dest pê bike gelê me amede ye ji bo parastina axa xwe. Heger pêwîst bike em ê sîner jî hilweşînin da ku bihistek ji axa me dagir nebe. Bi hezaran berxwedêrên me di oxira axa xwe de canê xwe feda kirine, ji ber vê jî ne hêsan e dijmin destên xwe bide vê axa pîroz. Loma em bi biryardarî welatê xwe biparêzin."