DAD: Paqijkirina mayînan erka hiqûqî û wîcdanî ye 2019-07-18 14:40:43   ÎZMÎR - 2 zarokên xwişk û birayên hev Ayaz û Nupelda Guloglu yên di encama teqîna berhemên eskerî de jiyana xwe ji dest dan, Şaxa DAD'ê ya Îzmîrê bal kişand ser bûyerê û got ku paqijkirina bi deh hezaran mayînên di axê de hatine çandin erka wîcdanî, sincî û hiqûqî ye.    Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) ya Îzmîrê têkildarî kuştina 2 zarokên xwişk û birayên hev Ayaz û Nupelda Guloglu yên li navçeya Pilûrê ya Dersimê di encama teqîna bermahiyên eskerî de jiyana xwe ji dest dan, daxuyanî da. DAD'ê li avahiya şaxa xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de rêveberên HDP'ê û Partiya Pêşeroja Çepgir û Keskan jî amade bûn. Dîsa gelek nûnerên rêxistinên civakî jî piştgirî dan daxuyaniyê.    Li ser navê komeleyê Rêveberê Şaxa DAD'ê ya Îzmîrê Zeynel Bozkurt daxuyanî da û anî ziman ku paqijkirina 10 hezar bermahiyan erka wîcdanî, sincî û mirovahiyê ye û wiha got: "Divê şerê bûye sedema kuştina Ayaz û Nupelda bi dawî bibe. Gelê Tirkiyeyê êdî nikare travmaya şer rake. Em bang li her kesî dikin ku ji bo jiyanê hestiyar tev bigerin heviya jiyana hevpar xurt bikin."