Encamnameya Kongreya Rêxistinên Jinên Sûriyeyê: Rêxistinên jinan dê bên xurtkirin 2019-07-18 11:31:12   Roj Hozan   BEYRÛD - Encamnameya 2'yemîn Kongreya Rêxistinên Jinên Sûriyeyê hat aşkerakirin. Di encamnameyê  de hat gotin ku dê têkiliyên di navbera rêxistinên jinan de bên xurtkirin û ji bo beşdarbûna jinan a qada siyasî ya li herêmê û her wiha navneteweyî bê pêşxistin.    2'yemîn Kongreya Rêxistinên Jinên Sûriyeyê bi dirûşma "Ber bi pêşveçûnê ve" li Beyrûdê hat lidarxistin.  Kongreya siyasetmedarên jin 3 rojan bi nîqaşên cur bi cur dom kir û bi encamnameyê bi dawî bû.  Rêxistinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD), Buroya Jin a MSD'ê,  Kongreya Star û Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê, Rêxistina Jinên Sûriyeyê yên Navenda Civaka Sivîl û  Demokratîk (CCSD), Komeleya Mirovan (CL), Kombûna Jinên Sûriyeyê yên Demokratîk (CSWD),  Komeleya Jinên Sûriyeyê yên Aştiyane (SWFP), Rêxistina Jin a Hîvos beşdarî kongreyê bûn.    Girîngiya parvekirina tecrûbeyên jinan    Di kongreyê de siyasetmedarên jin li ser rola jinan, beşdarbûna jinan a qada siyasetê, tecrûbeyên jinên  Sûriyeyê, bi rêvebirina civaka xweser û pergala hevserokatiyê rawestiyan û nêrînên xwe parvekirin. Jinên ku  tevlî kongreye bûn ji bo parastina tevahî mafê jinan hem fikir bûn.     Di roja yekem de siyasetmedarên jin di maseyên ku hatî avakirin de li ser xalên wekî li ser peydakirina  rewşeke guncav ku jin bikaribe beşdarî tevger û xebata siyasî bibe, li ser zehmetiyên tevlîbûna jinan a qada  siyasetê, nîqaş kirina nêrînên herdû maseyan û di dawiya rojê de ji rapora nîqaşên hevpar hat derxistin.    Di roja duyemîn de ji siyasetmedarên jin li ser xala beşdarbûna jinê ya di hilbijartina Sûriyeyê de,  beşdarbûna jin di qada siyaseta Sûriyeyê de û hêza jinan a guhertina siyasetê rawestiyan û nêrînên xwe  parvekirin. Di dawiya rojê de ji raporek li ser nîqaşan hat amadekirin.    'Kongre dê xizmetê bide jinan'   Siyasetmedarên jin di roja 3'yem de jî li ser encamname û plansaziya pêşerojê rawestiyan û kongreya xwe  bi encamnameyeke giştî bi dawî kirin. Endama Kongreya Star Henan Osman di kongreyê de bal kişand ser rewşa dagirkirina Efrînê û wiha axivî: "Divê zext li dewletên navnetewî were kirin ku dewleta dagirker  ji Efrînê derbikeve. Ji ber ax ne axa wan ne û sînorê dewletekî din xesp kiriye. Gelê Efrînê bi aramî li  herêma xwe dijîn lê kiryarên hovana îro nirxên mirovahiyê li Efrînê bin pê dikin û hemû zagonên  navnetewî derbas dikin û her kes jî bêdeng e. Dema îro em qala aştî û aramiyê dikin divê di despêkê de em  dewleta Tirkiyeyê ceza bikin. Jinên Efrînê jî mîna hemû jinên Sûriyeyê rastî êşên giran tên her roj tên  kuştin, tên binçavkirin û bi tecawiz re rû bi rû dimînin. Divê ev kongre xizmetê bide van jinan."   'Divê mafên jinan bê parastin'   2'yemîn Kongreya Rêxistinên Jinên Sûriyeyê bi encamnameyekê dawî li kongreya xwe anîn. Encamnameya  siyasetmedarên jin ên li Lubnan û Sûriyeyê wiha ye;    * Biryara meclîsa aştiyê ya navneteweyî ji bo beşdarbûna jin di hemû qadên siyaseta herêmî û navneteweyî  de bê pêkanîn.   * Di afirandina pergala siyasî, demokratîk, maf, azadî û edaletê de divê jin were parastin.   * Rola jinan a di pêvajoya siyasî de ku divê şêwra wê jî di guhertinên siyasî de hebe û bi taybet di destûra  Sûriyeyê de bê xurtkirin.   * Jin, li dijî kiryarên şer û tundiya li hemberî jinê dê bê parastin.    * Rewşa jinên di zindanên faşîzmê de girtî û alîkariya jinên koçber yên ku bûne qurbaniya şerê ku li  Sûriyeyê diqewime bên lêkolînkirin.   * Têkiliyên di navbera rêxistinên jinan de ya li Sûriyeyê û alîkariya projeyên wan bên xurtkirin.   * Jinên siyasetmedar, çalekvan û hurmeta nerînên wan ji bo qada siyasetê û veguherînên vê qadê, jin bikare  nerînên xwe bi rengekî azad bîne li ser ziman bêyî ku rastî îşkenceya deshilatdariyê were bê parastin.    * Divê zext li dewletên navneteweyî were kirin ku ji bo pêkanîna biryarên wan derheqê maf û parastina  tevahî jinên ku rastî tundiyê tên kirin.