Rewşa girtiya nexweş Semire Direkçî giran e 2019-07-18 10:30:23   AMED - Malbata Semira Dîrekçî ya ku ev 23 sal in di girtîgehê de ye diyar kir ku Semira ji rêviyên xwe ne rihet e, divê bê emeliyatkirin lê di nava şerdên girtîgehê de emeliyata Semirayê ew ê zehmet be.    Hat hînbûn ku rewşa tenduristiyê ya Semira Dîrekçî ya ku ev 23 sal in di Girtîgeha Jinê ya Tîpa T ya Amedê de ye giran e. Semira dema ku cara yekem tê girtin ji ber perçeyên şarapnelan ji rêviyên xwe birîndar dibe. Tedawiya Semirayê ya rêviyan ev demek dirêj e dewam dike.    Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Kanûna 2018'an de Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştre li gelek girtîgehan girtî ketibûn gireva birçîbûnê. Girtiya bi navê Semira Dîrekçî ya li Girtîgeha Jinê ya Tîpa T ya Amedê jî 87 rojî di greva birçîbûnê de mabû. Hatibû hînbûn ku Semîra ya ku di 26'ê Gulanê de greva birçîbûnê bi dawî kir rewşa wê ya tenduristiyê ne baş e.   45 roj in li nexweşxaneyê ye   Hat hînbûn ku piştî greva birçîbûnê rêviyên Semirayê naxebite û sanciyên wê hene. Xizmên Semirayê diyar kirin ku Semirayê ev 45 roj in li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gaziyaşargil a Amedê ye. Her wiha xizmên Semirayê diyar kirin ku Semira ji rêviyên xwe ne rihet e, divê bê emeliyatkirin lê di nava şerdên girtîgehê de emeliyata Semirayê ew ê zehmet be.