Hêvîn Hesen ji ber nehat tedawîkirin li Efrînê jiyana xwe ji dest da 2019-07-18 10:12:14   Roj Hozan   ŞEHBA - Jina bi navê Hêvîn Hesen a ji Efrînê di encama êrîşên dewleta tirk de li Efrînê bi jiyaneke zehmet rû bi rû hat hiştin. Hêvîna ku di encama zext û zordestiyan de bi nexweşiya pençeşêrê ket ji ber astengiyan û derfetên kêm jiyana xwe ji dest da.    Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kir şûnde bi hezaran mirov hatin koçberkirin. Gelek kesên ku li Efrînê man jî bi zehmetiyên mezin û îşkenceyan rû bi rû man. Bi taybet jî ji aliyê jinan ve rewşek gelek zehmet li Efrînê dewam dike. Yek ji jinên ku li Efrînê bi îşkenceyê û zehmetiyê rû bi rû hat hiştin jina bi navê jina bi navê Hêvîn Hesen a 35 salî û ji Gundê Fafirtinê yê Navçeya Şêrewa ya Efrînê ye. Hêvîna dayika 3 zarokan ji ber ku pereyê wê ji aliyê komên li Efrînê hat xwarin û ji ber derfetên kêm ji ber nexweşiya perçeşêrê jiyana xwe ji dest da.    Nehiştin Hêvînê bê tedawîkirin û ew xapandin   Hêvînê ji ber ku bi nexweşiya pençeşêrê bû divê bihata tedawîkirin. Lê dema ku Hêvînê dixwaze ji gund derkeve û biçe Helebê ji aliyê komên li Efrînê tê astengkirin. Di heman demê de Hêvînê bi tundiyê rû bi rû tê hiştin. Her wiha ji aliyê komên li Efrînê pereyê Hêvînê hat xwarin. Hêvîna ku bi nexweşiya pençeşêrê bû, hem bi tundiyê rû bi rû ma hem jî hat xapandin û jiyana xwe ji dest da.