Gelê Kobanê li ser sînor dest bi çalakiya mertalên zindî kir 2019-07-17 15:45:52   KOBANÊ - Ji bo şermezarkirina gefxwarinên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Suriyeyê, sê konên mertalên zindî li gundê Qeremux bi dirûşma "Ji dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst a li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê re na" hatin vegirtin.   Bi dirûşma "Ji dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst a li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê re na, sê konên mertalên zindî li gundê Qeremoxê yê ku dikeve Rojhilatê Kantona Kobanê û Rojavayê Girê Sipî hatin vedan. Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê beşdarî kon bûn, kon bi alên Yekitiya Jinên Ciwan, Kongreya Star, Saziya Malbatên Şehîdan û bi pankartên bi nivîsa "Gefên we me natirsînin, îsrarakirina  me ya berxwedanê xurtir dike" hatibûn xemilandin. Gelê ku di konan de dest bi çalakiya mertalên zindî kirine berê xwe dane sînor dirûşmên "Bijî berxwedana gelan", "Bê Serok jiyan nabe û "Jiyan berxwedan e" bi yek dengî berz kirin.   Her wih wê konê mertalên zindî her roj bi beşdariya gel û Endamên Saziyan dê kon 24 saetan vekirî bimîne. Wê rêzeçalakiyên gel û yên cur be cur bidomin.