Gelê Kobanê li dijî gefên dewleta tirk li qadan in 2019-07-17 13:49:27   KOBANÊ - Gelê Kobanê li dijî gef û kiryarên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê daketin qadan û wê dest bi çalakiya mertalên zindî yên bê dem bikin.   Gelê Kobanê li dijî gef û kiryarên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê daketin qadan û wê dest bi çalakiya mertalên zindî yên bê dem bikin. Bi sedan ji şêniyên Kobanê, navçe û gundewarên wê, Komîn, Meclîs, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongreya Star, Meclîsa Jinên Sûriyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan, Şaredarî,  Çand û Hûner, Kevana Zêrîn, Partiyên Siyasî (Partiya Yekîtiya Demokratîk, El-Partî, Yekîtî, Partiya Çep, Partiya demokratî Kurdên Sûriyê û Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan), Tevgera Civaka Demokratîk û Saziya Malbatên Şehîdan li Qada Jina Azad kom bûn û daxuyanî dan. Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mustefa Êto bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di daxuyaniya Çapemenî ji bo raya gitşî xwend.   'Mebesta van kiryaran ew e ku gelê kurd bi aramî nejî'    Daxuyanî wiha ye:"Em di demeke gelek hesas de derbas dibin. Her ku  şoreşa Rojavayê Kurdistanê destkeftî û serkeftinên nû bi dest dixe, dijminê me jî hesût û har dibe. Ev rojên li pêşiya me salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê ye. Serkeftina Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî Çeteyên DAIŞ'ê dê mezintir bibe. Lê dewleta tirk Şoreşa Rojava û destkefriyên Gelê Kurd hezim nake û her gefa êrîşê li Gelê Kurd dide xwarin. Her wiha zarokên biçûk yên li ber malên xwe li gundên li pêşbirî sînor jî qetil kirin û rê nedidan cotkar biçin nav zeviyên xwe. Mebesta van kiryaran ew e ku gelê kurd bi aramî nejî.    Îro jî carek din dewleta Tirk gefên xwe bi rengekî cuda  dubare dike. Di hemleya rizgarkirina Dêrezorê de gel  û raya giştî hemû bi êrîşên Artêşa Tirk agahdar bûn. Em dibînine ku Artêşa Tirk li ser sînorên di navbera Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hêza xwe ya leşkerî, top û tankên xwe kom kirine, ev kombûyîn cara yekemîn ku bi vî rengî li ser sînor çêdibê. Dewleta Tirk bi van liv û tevgeran aramanc dike  ku kirîza niha li Tirkiyê ya siyasî, civakî û aborî dijî derbasî herêmên me bike.    Em îro bala xwe bidin rewşê em ê bibînin ku gelek hêzên navnetewî jî li hember van kiryaran bê deng in. Ev bêdengî erêkirina wan ji van êrîşan re dide xuya kirin, loma em gelê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe divê ji hemû îhtîmalan re amede bin û hişyar bin. Em tenê dikarin bi riya gelekî rêxistinkirî, zindî, xwedî li maf û destkeftiyên xwe derkeve û li hemberî van êrîşan bi ser kevin. Pêşeroj ya demokrasî, wekhevaya gelan û îradeya azad e. Ji bo vê yekê jî divê gelê me hişyar û li ser piya bin, em ê tedbîrên xwe ji hemû aliyan ve bigirin. Ji ber vê jî weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kobanê em ê dest bi gelek çalakiyan bikin. Mînaka vê yekê jî Efrîn e. Efrîn cihê aramî û wekheviya gelan bû, lê dîsa jî me dît ku Artêşa Tirk û komên girêdayî wê çawa êrîşî Efrînê kirin û gel koçber kir. Dewleta Tirk niha jî dixwaze ku heman pilanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Êrîşên wan yên li Başûrê Kurdistanê ku li dijî sivîlan e jî li ber çavan e, loma divê em şiyar bin da ku em biakaribin bersivê bidin hêzên li dijî mirovahiyê. Ji ber vê yekê jî em li gundê Qeremox çalakiya Mertalên Zindî didine destpêkirin û wê berdewam bike heta ku gefên li ser me bisekinin. Banga me ji tevahî gelê me re heye, ji mezinan heta biçûkan beşdarî çalakiyê bibin."    Piştî daxuyaniyê gel û saziyan berê xwe dan gundê Qeremox yê  10 KM li Rojhilatê Kobanê ku li hemberî sînorê dewleta Tirke bi  dirûşmeya "Em welatê xwe diparêzin" dest bi vegirtina konê mertalên zindî yê bê dem bikin.    Her wiha ev çend rojin artêşa Tirk li ser sînor li pêşberî gundê Qeremox ku dikeve di navbera Kantona Kobanê û Kantona Girê Spî de çek û leşkerên xwe bi cih dike û tevgera wan zêde bûye, ji ber vê yekê jî çalakî li wê derê wê were destpêkirin.    Weke ku hat payîn çalakî bê dem e û wê her 24 saetan gel û sazî bi hev re dewir bigirin. Bi vê yekê jî di roja yekê de ango îro Kongra Star, Meclîsa Kantonê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Jinên Sûriyê ye.