Li Qilebanê mirina jinekê ya bi guman 2019-07-17 10:09:16   ŞIRNEX - Li Gundê Şivrezan ê navçeya Qilebanê hat zanîn ku duh jinek bi navê Nermîn Olmez bi awayekî bi guman xwe kuştiye.   Li Gundê Şivrezan ê navçeya Qilebanê ya Şirnexê hat zanîn ku duh jinek bi navê Nermîn Olmez bi awayekî bi guman xwe kuştiye. Nermîna ku 3 sal in zewiciye û dayika 2 zarokane li gor îdîayên derdorê bi keleşa hevjînê wê yê ku cerdewan  xwe kuştiye.   Piştî ku bûyer  qewimî leşker hatin malê cenaze girtin û birin tabûra leşkerî û li wir 2 saetan hat sekinandin. Piştre ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.   Cenazeyê Nermîn dê îro li gundê Şîvrezanê were definkirin.