Kampa Havînê ya Tora Parastina Jinan dest pê dike 2019-07-17 09:10:53   ÎZMÎR - Kampa Havînê ya Jinan a Tora Parastina Jinan, di 17’ê Tîrmehê de dest pê dike. Di kampê de ji parastina cewherî ya femînîst bigire heta atolyeyê berhemê gelek bername wê pêk bên.   Kampa Havînê ya Jinan a Tora Parastina Jinan a sêyemîn di navbera 17-21’ê Tîrmehê de wê li gundê Betlanê ya Dîkîlî Badem pêk bê. Di encama xebatên sala dawî ya li Îzmîrê pêk hatin de li kampê wê jin bên cem hev. Ji bajarên cuda bi tevlîbûna 400 jin û zarokî wê kamp dest pê bike. Di kampê de atolyeyên ‘parastina cewherî ya femînîst’, ‘wekheviya zayendî ya civakî’, ‘beden’, ‘zayendî’,’rekq’, ‘tenduristiya jinan’, ‘hilberîn’ wê bê kirin. Her wiha wê forum û şano jî pêk bên.   ‘Wê nexşerê bê xêzkirin’   Gîzem Coşkun, ku yek ji organîzetorên kampanyayê ye, diyar kir ku wê cih bidin nîqaşên rojane yên tevgera jinan û wiha got: “Wê atolyeyên ‘kargeriya seksê’ ‘vegan femînîzm’ ya bi tevlîbûna mêvanên Jiyana Pembe wê pêk bên. Bi Atolyeyên Pêla Femînîst re berxwedanên jinan hatine komkirin. Em ê bi hev re hinek din kêfa jiyanê bikin. Li gorî sala borî îsal tevlîbûn gelek zêde ye. Ev encama piştevaniya jinan e. Jin dikarin xwe ji ser malperên facebook, înstagram, twîtter yên bi navê ‘parastina jinê’ bigihînin kampa havînê.